Xizmên Windahiyan nerazîbûn nîşanî terora polîsan dan
Xizmên Windahiyan nerazîbûn nîşanî terora polîsan dan
Xizmên Windahiyan nerazîbûn nîşanî terora polîsan dan
Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan çalakiyên xwe yên hefteya 296'an ên bi armanca winda bên dîtin kiryar bên darizandin li dar xistin û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin. Di çalakiyan de êrîşên polîsan a li dijî xwepêşandanên li Bakûr Kurdistanê jî hatin şermezarkirin.
Xizmên Windayan û Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi dirûşma "Kujer bên darizandin û winda bên dîtin"di hefteya 296'emin de li Parqa Koşuyolû ya Amedê, li ber Peykera Jiyanê daxuyaniyek li dar xistin. Tevî endam û nûnerên saziyên sivîl ên civakî endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya vê hefteyê de jî weneyên kesên winda hatin vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bilîci axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser xemsariya hukûmetê.
Bîlîcî, diyar kir ku hikûmet hê jî kujerên windayan dernexistiye holê. Bîlîcî, di berdewama axaftina xwe de li ser bûyerên ku ev çend roj in li Amed û gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ku ku ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê sekinî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger li hemberî van bûyerên ku diqewimin hin tedbîr neyên girtin û hin gavên berçav neyên avêtin xeteriyên mezin wê derkevin holê. Wekî salên 1990'î kuştinên kiryar nediyar biqewimin."
Di heftaya 296'emîn de xwişka Alî Tekdag û Mehmet Tekdag ên ku di salên 1990'î de jiyana xwe ji dest dabûn Îffet Muttaş axaftinek kurt kir û got ku ew ê şopa birayên xwe bernede û heta dawiyê têbikoşe. Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyî bi dawî bû.
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Parka Ataturkê çalakî li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan, rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin.
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir daxuyanî xwend û bal kişand ser berxwedana Kobanê ya 27 rojin berdewam dikin. Bagatir, diyar kir ku divê hemû kurd xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin û wiha got: "Polîsan bi tund êrîş li welatiyên bi armanca xwedîderketina berxwedana Kobanê derketin kolanan kir. Li gel polîsan alîgirên çeteyên DAIŞ'ê û komên nîjadperest jî êrîş li welatiyan kir û ji ber vê yekê nêzî 40 e welatiyan jiyana xwe ji dest da."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.