Xebatkarên JINHA jî ji bo çûyîna Îmraliyê serî lê dan

Xebatkarên JINHA jî ji bo çûyîna Îmraliyê serî lê dan

Xebatkarên JINHA, ji bo biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Wezareta Edaletê dan.

Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a hevdîtinek bi çapemeniyê re, Mudura Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) Gulşen Koçûk û nûçegîhana JINHA Zehra Dogan, ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Wezareta Edaletê dan.

Beriya niha Mudurê Nûçeyan ê Enqerê yê rojnameya Radîkalê Omer Şahîn, edîtorên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Îbrahîm Aslan û Omer Çelîk, nûçegîhana DÎHA'yê Pinar Ûral serî li Wezareta Edaletê dabûn ji bo biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin.