Xebatkarên Azadiya Welat xwestin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Xebatkarên Azadiya Welat xwestin bi Ocalan re hevdîtinê bikin

Edîtor û nûçegîhanên Rojnameya Azadiya Welat ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, serî li Wezareta Dadê dan.

Di 21'ê Tîrmehê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi HevserokêBDP'ê Selahattîn Demîrtaş û bi Cîgira Koma BDP'ê Pervîn Buldan re hevdîtin pêkanîbû. Piştî hevdîtinê bi qasidiya heyetê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestibû ku bi rojnamevanan re civîna çapemeniyê pêk bîne. Piştî daxuyaniyê, xebatkarên DÎHA, Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) û gelek rojnamevan, ji bo hevdîtinê bi Ocalan pêkbînin serî li Wezareta Dadê dabûn.

Edîtorên û nûçegîhanên rojnameya Azadiya Welat, Vedat Kurşun, Ozan Kilinç, Remezan Olçer, Evîn Buldan, Murat Sekmen, Zeynel Abîdîn Bulut, nûçegîhan Guneş Ocaga, Şoreş Olçen û Welat Oztekîn xwestin ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Xebatkarên Azadiya Welat bi vê armancê serî li Wezareta Dadê dan.