Wezîrê Derve yê Kobanê: Korîdora alîkariyê divê di çavderiya NY’ê de vebe
Wezîrê Derve yê Kobanê: Korîdora alîkariyê divê di çavderiya NY’ê de vebe
Wezîrê Derve yê Kobanê: Korîdora alîkariyê divê di çavderiya NY’ê de vebe
Wezîrê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îbrahîm Kurdo ku di mewziyên berxwedana Kobanê de cih digire diyar kir ku tehdîda komkujiya Kobanê didome û mirov jiyana xwe ji dest didin. Kurdo got ku korîdora alîkariyê daxwaza wan a fermî ye û divê korîdor di bin çavderiya NY’ê de bê vekirin.
Kurdo diyar kir divê korîdora alîkariyê di bin çavderiya NY’ê de bê vekirin û got: “Ev korîdor divê ne tenê di bin çavderiya Tirkiye yan jî welatekî din de vebibe, divê tenê alîkariya xurekê negire nav xwe.
KORÎDOR DAXWAZA ME YA FERMÎ YE
Kurdo diyar kir ku korîdora ku tê plankirin wê vebe, daxwaza hikûmeta Kantona Kobanê ye û got ku êrîşên li dijî wan bi berfirehî didomin.
Kurdo wiha pêde çû: “Vekirina korîdora alîkariyê me hikûmeta kantonê bi awayekî fermî daxwaz kir.Ji ber ku êrîşên DAIŞ’ê bi berfirehî didome. Niha bi hezaran welatiyên me yên sivîl li Kobanê ne. Li ber deriyê me rêxistineke hovîtiyê heye. Ger gelê me û hêzên YPG-YPJ’ê li ber xwe nedana wê îro cîhan komkujî biaxivîba. Ji bo vê tedhîda li ser me ne tehdîdeke hêsan e. Ne tehdîdeke ji rêzê ye.
MIROV DIMIRIN
Kurdo got ku ji 15’ê îÎonê de êrîş didomin û di êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye û got: “Ji 15’ê Îlonê de her roj mirov tên qetikirin. Divê wisa lê bê nihêrtin."
DIVÊ KORÎDOR DI BIN ÇAVDERIYA NY’Ê DE BE
Kurdo diyar kir ku divê korîdor di bin çavderiya Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya navneteweyî de be.