Wesayîtên zirxî li xeta Nisêbîn-Cizîrê hatin bicihkirin

Wesayîtên zirxî li xeta Nisêbîn-Cizîrê hatin bicihkirin

Beriya meşa ku wê îro li navçeya Cizîrê ya Şirnexê  bê lidarxistin, yekîneyên leşkerî li herêma Robarê Saklan a di navbera Cizîrê-Nisêbînê de wesayîtên zirxî bi cih kir.

Wesayîtên zirxî  ku li herêmên diyar ên sînorê Rojava hatin bicihkirin, leşkeran tedbîrên zêde girtin û li ser îxtîmala ku wê gel ber bi sînor ve bimeşe bi mertalan dest bi nobetê kirine.