'Werin em dîroka komkujiyan a Êzidiyan biguherînin'

'Werin em dîroka komkujiyan a Êzidiyan biguherînin'

Ciwanê Êzidî Engîn Ozmen bi nasnav Torî Şengal, ku piştî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxê de anî serê Êzidiyan ji Elmanyayê tevlî refên YBŞ'ê bû got, "Ez bang li tevahiya ciwanên Êzidî dikim, bila beşdarî nava Yekîneyên Berxweşdana Şengalê bibin."

Ciwanê Êzidî Engîn Ozmen bi nasnav Torî Şengal, ku piştî komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya di 3'ê Tebaxê de anî serê Êzidiyan ji Elmanyayê tevlî refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bû, destnîşan kir ku ji ber nerehetiya wijdanî ya ji ber komkujiyê, ew hatiye Şengalê.

Torî Şengal ku zarokê malbateke Êzidî ya ji Mêrdînê koçî Elmanyayê kiriye, ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku divê civaka Êzidî vê dîrokê biguherîne.

Şengal got, "Malbata min malbateke Êzidî ye. Berî em biçin Elmanyayê em li Mêrdînê dijiyan. Lê belê piştî fermana 73'an a hat serê civaka Êzidî malbata min koçî Elmanyayê kir" û diyar kir ku dûrmayîna ji welatê xwe her tim ew aciz kiriye.

Şengal da zanîn ku divê êdî dawî li vê dîroka komkujiyê ya tê serê civaka Êzidî bê bidawîkirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Di nava van hest û rmanan de, roja 3'ê Tebaxê dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û ji aliyê wijdanî ve gelekî nerehet bûm. Bi taybetî, piştî dîtina wê drama di televîzyonan de hat nîşandan, min biryar da ku yekser biçim cem gelê xwe. Vê biryara min jî ez anî çiyayê Şengalê. Ji ber ku armanca min, têkbirina vê qedera komkujiyê ya li ser civaka Êzidî bû. Min got bila ev bibe komkujiya dawî. Ji ber vê yekê ji Elmanyayê rabûm hatim û tevlî Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûm. Niha weke endamekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê li çiyayê Şengalê gelê xwe diparêzin. Lê belê ji bo azadbûna Şengalê divê YBŞ bê mezinkirin. Ji bo careke din komkujî dubare nebin, bang li tevahiya ciwanên Êzidî dikim ku tevlî nav refên YBŞ'ê bibin. Lewma ji vê derê bang li ciwanên Êzidî dikim û dibêjim, werin tevlî refên YBŞ'ê bibin û em Şengalê azad bikin."