Welatiyên Kobanê qadên nû yên jiyanê diafirînin
Welatiyên Kobanê qadên nû yên jiyanê diafirînin
Welatiyên Kobanê qadên nû yên jiyanê diafirînin

Mexdûrên şer ên ji ber êrîşên dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê derketin û li gundê Miseynter ê Pirsûsê bicih bûn, qadên nû yên jiyanê diafirînin. Kobaniyan dan xuyakirin ku piştî şêniyên herêmê ji ber bêaviyê malên xwe terikandine, wan qadên nû yên jiyanê ji xwe re çêkirine û destnîşan kirin ku dema çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê hatin derxistin, ew ê li cih û warên xwe vegerin. Mûstafa Kemalê yê bi malbata xwe re ji Kobanê hat, li gundê Miseynter ê li Pirsûsê, li gorî mercên bahewayê, ji xwe re stargehekê çêdike.
Dayika 3 zarokan Adile Bêqin jî kêfxweşiya xwe ya ji ber hestyariya gelê Bakurê Kurdistanê anî ziman û got, "Gundiyan deriyê malên xwe li me vekirin. Malên me niha xwe lê girtine, em bi heriyê sewax dikin."


Wêne: Ferhat Arslan