Welatiyên Kobanê di ‘kampên komkirinê’ de ne
Welatiyên Kobanê di ‘kampên komkirinê’ de ne
Welatiyên Kobanê di ‘kampên komkirinê’ de ne
Li Kobanê piştî şerê bajêr destpê kir, 274 kesên hatin tehliyekirin û di nav wan de jinên ducanî, îxtiyar, zarok û rojnamevan jî hene li Salona Sporê ya Sergirtî ya Pirsûsê di nav şert û mercên wek kampa komkirinê de dijîn.
Li Kobanê di 5’ê Cotmehê de ku şerê bajêr destpê kir, 274 kesên hatin tehliyekirin ku di nav wan de jinên ducanî, îxtiyar, zarok û rojnamevan jî hene li Salona Sporê ya Sergirtî ya Pirsûsê tên ragirtin.
Di dîmenên ku hatin kişandin de piraniya wan ku zarok, jin û îxtiyar in, 274 kes di atmosfereke teng a mîna kampa komkirinê ye dijîn. Gelek ji Kobaniyên ku li ser parkeyên salona sporê rûniştine ên bi şans xwedî betanî ne.
Kobaniyên ku ev 6 roj in serî li rayedaran dane jî nayên berdan, hat ragihandin ku dibin mijara bazariyê. Kobaniyên ku hat gotin wê îro bên berdan hê nehatine berdan