Welatiyê bitopa komên çete birîndarbû jiyana xwe jidest da

Welatiyê bitopa komên çete birîndarbû jiyana xwe jidest da

Welatiyê bi navê Şukru Kahraman ku di encama topên komên çete de li Serêkaniya Bakûr birîndar bû, jiyana xwe jidest da. Li Serêkaniyê bi sedan welatî li dijî AKP’ê meşiyan pêşiyan pêşiya qaymeqamtiyê û çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Şukru Kahraman, dema li nava zeviya xwe ya li Taxa Cumhuriyet a Serêkaniya Serxetê bû, li demjimêr derdora 20.00’an de bibû hedefa topên koma çete a bi navê Eniya El-Nusra ku piştî ji Serêkaniyê hatin derxistin çûbûn gundê Tel Xelef ê 4 kîlometre dûrî bajêr. Kahraman ku di êrîşê li gel du zarokên xwe birîndar bû rakirina Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a li Rihayê. Kahraman ku rewşa wî giran bû, li gel hemû hewldanan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Dermankirina herdu zarokên Kahraman jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya Bakûrê Kurdistanê didome.

Li aliyê din bi sedan welatiyên ku li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê kom bûn, ji vir heta Qaymeqamtiya Navçeyê meşiyan. Welatiyên ku li dijî AKP’ê slogan qîr kirin, piştî meşê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.