Wê danekirinên nû li ser Qatarê bên ferzkirin
Çar welatên Ereb ragihandin, ku wê danekirinên nûl i ser Qatarê ferz bikin.
Çar welatên Ereb ragihandin, ku wê danekirinên nûl i ser Qatarê ferz bikin.
Erebîstana Siûdî, Misir, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Bahreynê ragihandin, ji ber ku Qatarê lîsteya daxwazan a ji 13 xalan qebûl nekiriye, wê danekirinên nû li ser vî welatî ferz bikin.
Qatarê daxwazên welatên Kendavê yên ji 13 xalan qebûl nekiribû.
Welatên Ereb jî li hemberî vê yekê daxuyaniyeke hevpar dan û diyar kirin, rêveberiya Qatarê hewldanên çareseriya bi rêyên dîplomatîk a vê pirsgirêkê sabote kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Qatarê bi vê biryara xwe re qebûl kir ku wê polîtîkayên xwe yên ji bo tevlîhevkirin û ne aramkirina herêmê bidomîne."
Welatên Ereb agahî nedan ku naveroka van danekirinên nû çiye û wê kengî bikevin meriyetê.