Walîtiya Rihayê meşa Serêkaniyê qedexe kir!

Walîtiya Rihayê meşa Serêkaniyê qedexe kir!

Walîtiya Rihayê, meşa 4'ê Tebaxê ya li Serêkaniya ser xetê ya li dijî êrîşên çeteyan wê bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclîsa Ciwanan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk were, bi sedema 'ewlekariyê' qedexe kir.

Ji bo meşa 4'ê Tebaxê ya li Serêkaniya ser xetê ya li dijî êrîşên çeteyan wê bi pêşengiya KCD, BDP, DOKH, Meclîsa Ciwanan û gelek rêxistinên civakî yên sivîl pêk were, amadekarî temam bûn. Lê 3 roj beriya meşê ji Walîtiya Rihayê daxuyaniyeke balkêş (sosret) hat. Walîtiyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku meşa 4'ê Tebaxê û çalakiyê piştî wê, hatine qedexekirin. 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara qedexekirinê li ser nûçeyên di çapemeniyê de hatin weşandin, hatiye dayîn û hat gotin, "Civînên li derve/meşên girseyî yên li navçeya me ya sînor, ji ber tedbîrên ewlekariyê wê nikare bê wergirtin û dikare rê li ber encamên mirinan veke, gelekî bi pirsgirêke. Ji ber van sedeman meş û çalakiyên tên xwestin di 4-5-6 Tebaxa sala 2013'an de li navçeya Serêkaniyê bê lidarxistin, ji aliyê Walîtiya me ve hatiye qedexekirin."