Tirkiye destûr neda Kurdên birîndar bên dermankirin

Tirkiye destûr neda Kurdên birîndar bên dermankirin

Li navçeya Serêkaniya Serxetê ku her carî endamên çeteyan tên dermankirin, destûr nedan birîndarên YPG'ê yên di bombebarana duh li Serêkaniya Binxetê birîndar bûbûn, werin dermankirin.

Endamên çeteyan Serêkaniya Serxetê weke baragehê bi kar tînin. Heta niha gelek birîndarên wan li nexweşxaneyê hatine dermankirin. Gelek birîndarên çeteyan jî piştî li vir mudaxaleya yekemîn li wan hate kirin, ji nexweşxaneyên din re dihatin şandin. Heta di nava van de fermandarên çeteyan jî hebûn. Ligel vê derket holê ku rayedarên Tirk destûr nedane 5 birîndarên YPG'ê yên di bomberana duh ya çeteyên El Nusrayê ya li hemberî Serêkaniya Binxetê de birîndar bûne bên dermankirin. Dewleta Tirk û rayedarên wê di her firsendê de dijminiya xwe ya li hemberî Kurdan didin nîşandan. Şaredarê Serêkaniya Serxetê Îsmaîl Arslan diyar kir ku du 3 jê giran, 5 şervanên YPG'ê ku di bombebaranê de birîndar bûbûn anîne Serêkaniyê û destnîşan kir ku ji ber ku rayedarên Tirk destûr nedan ev birîndar li nexweşxaneyê werin dermankirin bi neçarî ew careke din paşve şandine. Arslan wiha axivî: "Niha deriyê sînor di destê YPG'ê de ye. Divê dewlet biryar bide, gelo ka dê destûr bide, birîndarên YPG'ê li vir bên dermankirin an na. Divê xizmeta didan çetayan bidin Kurdan jî."

Di vê navberê de hate ragihandin ku piştî civîna li Enqereyê ku Serokwezîr bi wezîrên xwe re pêkanîbû, li ser sînor kozikên nû tên kolandin.