Tirkiye dest ji piştgiriya El-Nusra bernade
Tirkiye dest ji piştgiriya El-Nusra bernade
Tirkiye dest ji piştgiriya El-Nusra bernade
Hate ragihandin ku Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra gundê Sûsik ê li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê kiriye navenda xwe û hem li ser Tirkiyeyê re cebilxaneyan derbas dike hem jî birîndarên xwe derbasî Tirkiyeyê dikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li herêma Girê Sipî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/ Eniya El-Nusra gundê Sûsik ê li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê kiriye navenda xwe û li ser Tirkiyeyê re hem cebilxaneyan tîne, hem jî birîndarên xwe derbasî Tirkiyeyê dikin û li wir derman dikin. Gundê Sûsik li beramberî gundê Bûket ê Bakûrê Kurdistanê ye û qereqolek sînor jî li rojavayê wê dikeve.
Di dema şerê Girê Spî 4 maşîneyên cebilxane barkirî û 3 tank li ser Tirkiyeyê derbasî Girê Spî hatibûn kirin. Çavkaniyên heremî didin diyarkirin ku, piştî şer deriyê sînor ê Girê Spî nayê bikaranîn û gundê Sûsik wek navenda lojîstîkê tê bikaranîn.