TEV-DEM: Gelê Rojava ket qonaxa berxwedana gelerî

TEV-DEM: Gelê Rojava ket qonaxa berxwedana gelerî

Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ketiye qonaxeke nû ya berxwedanê û bang li hemû gelê Kurd û rêxistinên siyasî kir da ku bi awayekî aktîf di parastina herêmê de cihê xwe bigirin.

Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê mehek derbas kir û gelê Kurd berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Di daxuyaniyê de hate gotin her roj aşkera dibe ku şerê van komên çete ne ji bo rûxandina rêjîma Baas û ji bo xerabkirina azadiya gelê herêmê ye û ev diziya şoreşa gelê herêmê dikin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yê rewa têdikoşe û parastinê dike û ev tişt di daxuyaniyê de hate gotin: “Gelê Kurd her dem rastî êrîşên tund ên rêjîma Baas dihat û niha jî rastî êrîşên komên çete ku tu cudahiya wan ji rêjîmê tune ye, tên.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em ketine qonaxeke nû ya berxwedanê,  ev qonax, qonaxa şoreşa gelerî ye , pêwîst e her kes erka xwe bê kêmasî pêk bîne. Parastina tax û gundên xwe bikin. Ev demeke YPG berxwedaneke bêhempa nîşan dide û wê berxwedana xwe dê heta dawiyê bidomîne. Pêwîst e her kes ji bo parastina nirx û rûmeta xaka welatê xwe hişyar be.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên Kurdistanî jî hate kirin ku ji bo piştgiriya Rojava rola xwe ya aktîf pêk bînin û piştgiriya birayên xwe yê Rojavayê Kurdistanê bikin.