TEV-DEM᾿ê ji bo malbatên 2 zarokên Serêkaniya Serxetê sersaxî xwest

TEV-DEM᾿ê ji bo malbatên 2 zarokên Serêkaniya Serxetê sersaxî xwest

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo malbatên herdu ciwanên ku li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê ji ber guleyên komên Eniya El-Nusra jiyana xwe dabûn, sersaxî xwest.

TEV-DEM᾿ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema komên Eniya El-Nusra li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê êrîjên dijwar pêk tînin û gelên herêmê yên wekî kurd, ereb, asûrî, ermen û suryanî tund û dijwariya van koman tên.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku pevçûnên li herêmê hîn didomin û piştî rizgarkirina Serêkaniyê van komên çekdar bi awayekî hovane êrîşî Serêkaniya Serxetê jî kirine û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe jidest daye. Di daxuyaniyê de serxaxî ji malbatên herdû zarokan hate xwestin û êrîşên El-Nusra hatin şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku TEV-DEM wê rê netde tu kesî ku li dijî ewlekariya herêmê tevbigerin û herdem xeta parstinê bişopînin.