'Tenduristiya Ocalan selametiya pêvajoyê ye'
'Tenduristiya Ocalan selametiya pêvajoyê ye'
'Tenduristiya Ocalan selametiya pêvajoyê ye'
Li Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa girseyî hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku tenduristiya Ocalan selametiya pêvajoyê ye. Serokê Odeya Tabîban ya Amedê Kemal Karadaş xwest wezareta Dadê serlêdanên Odeya Tabîbên Tirk û Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê bibersivîne.
Ji aliyê rêxistina BDP'ê ya Amedê û saziyên civakî yên bajêr ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Parlamentera Amedê ya BDP'ê Emîn Ayna, hevserokên BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Yilmaz, serokê Odeya Tabîban ya Amedê Kemal Karadaş, serokê Diyar TUHAD-DER'ê Sirri Dogan, Serokê Egîtîm Sena Amedê Kasim Bîrtek, rêvebirên BDP'ê û gelek kes tevli meşê bûn. Welatiyan li kolana Hunerê ya Ofîsê çalakiya rûniştinê pêk anîn û bênavber dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî berxwedana YPG'ê' berz kirin. Polîsan xwestin meşê asteng bikin, hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut diyar kir ku çi dibe bila bibe dê meşê lidar bixin. Girse li kolana Hunerê ber bi Parka Koşuyoluyê dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta 'Tenduristiya Serokatiya me tenduristiya me ye' û posterekî mezin yê Ocalan hatin vekirin. Di meşê de bênavber dirûşmên; 'Ji Îmraliyê re hezar silav', 'Ocalan', 'Bijî Serok Apo' hatin berzkirin.
Piştî ku girse gihîşt li ber Abîdeya Mafê Mirovan ya Parka Koşuyoluyê li vir sirûda 'Çerxa Şoreşê' hat xwendin. Zubeyde Zumrut diyar kir ku pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hêviya gelan zêde kiriye û gavneavêtin û bêdengiya hikûmetê nayê qebulkirin. Zumrut wiha axivî: "Gelê kurd di encama têkoşîneke mezin ya 40 salan de gihiştin van rojan. Ji bo pêvajo baş bimeşe divê demildest şert û mercên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan bên sererastkirin. Daxwaza gelê kurd ew e ku demildeste heyeteke doktoran ya serbixwe biçe Îmraliyê. Ji ber ku tenduristiya birêz Ocalan tenduristiya bi milyonan û tenduristiya gelan e." Zumrut bang li hemû kesî kir ku tevli meşa 4'ê tebaxê ku ji bo Rojava bê lidarxistin bibin.
Serokê Odeya Tabîban a Amedê Kemal Karadaş balkişand tecrîda giran ku 14 sal in li hember Ocalan tê meşandin û xwest ji pêşveçûyîna pêvajoyê demildest heyeta doktoran ya serbixwe biçe Îmraliyê. Kemal Karadaş xwest wezareta Dadê serlêdanên Odeya Tabîbên Tirk û Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê bibersivîne û wiha got: "Rapora ku ji aliyê heyeta doktoran ku biçe Îmraliyê bê amadekirin dê kurdan tatmîn bike. Mimkun nîne nexweşxaneyeke baş bibin Îmraliyê ji ber vê yekê divê piştî tedawiya li Îmraliyê Ocalan di nexweşxaneyeke baş de bê tedawîkirin. Dema girtiyek nexweş dikeve dibin nexweşxaneyê lê ev 14 sal in Ocalan nabin nexweşxaneyê û ev yek nayê qebûlkirin. Tenduristiya Ocalan tenduristiya pêvajoyê ye."
Parlamentera Amedê ya BDP'ê Emîne Ayna anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine cem hev û wiha got: "Serok Apo got 'Bila çek bêdeng bibin û siyaseta demokratîk biaxive'. Erdogan ev yek wekî erênî dît. Ger ev peyam ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve erênî hatibe dîtin gelo dê pêşî li siyasetê bê vekirin? Ger neyê vekirin dê çek çawa bêdeng bibin? Gelo dê pêşî li Serok Ocalan bê vekirin, siyasetê bike?" Ayna mînaka Mandela da û wiha got:"Çawa ku li cîhanê Rêberên gelên serhildêr bi awayekî azad siyaset kiribin, ev yek mafê herî xwezayî yê gelê kurd û birêz Ocalan e. Nêzîkatiya li hember Serok Ocalan, nêzîkatiya li hember gelê kurd û gelan e."
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.