Tank û wesayîtên leşkerî ên YPG’ê desteserkirin xurûş çêkir

Tank û wesayîtên leşkerî ên YPG’ê desteserkirin xurûş çêkir

YPG’ê di encama pevçûna hefteya dawî ya li dijî komên çete û El Nusrayê de bi dehan wesayîtên leşkerî û tankek desteser kir. Vê jî di nava gelê Rojava de xurûşek mezin çêkir.

YPG’ê di encama pevçûnên li Girê Spî (Til Ebiyad) ên dijî komên çete ên radîkal de tanek û 10 wesayîtên desteserkirine îro di demjimêrên sibehê de anîn bajarê Efrînê ê Rojavayê Kurdistanê. Gel dema ku dît li ser wesayîtên leşkerî û tankê alên YPG’ê hene dikevin nava bajar, keyfxweşiyek mezin da çêkirin û xwepêşdan kirin. Piştî demek kurt li pey wesayîtên leşkerî ên YPG’ê bidest xistine karwanek dirêj ya gel çêbû û slogan qîriyan, herwiha piştgirî dan berxwedana YPG’ê. Xwepêşandanên li navçeya Pirsûs ya Bakûrê Kurdistanê jî hatin temaşekirin, xurûşek mezin çêkir.