Seyhan ji aliyê dehhezaran ve hat defnkirin

Seyhan ji aliyê dehhezaran ve hat defnkirin

Abdulkerîm Seyhan ê di bûyerên Kerboranê de ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, ji aliyê zêdetirî dehhezaran welatiyan ve hat defnkirin.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê di xwepêşandanan şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê de di gulebarana leşkerên Tirk de Abdulkerîm Seyhan hat qetilkirin. Seyhan ji aliyê zêdetirî deh hezaran ve hat defnkirin.

Cenazeyê Seyhan di ketina navçeyê de ji aliyê dehhezaran ve hat pêşwazîkirin. Welatiyan bi karwanekî sedan wesayîtan cenaze anîn Mizgefta Micir Sefa. Piştî wecîbeyen olî cenaze li Goristana Micir Sefa hat defnkirin.

Li vir piştî rêzgirtinê Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulseren Yildirim di axaftina xwe de got ku wê koletiya ku hukûmeta AKP’ê li ser Kurdan ferz dike qebûl nekin.

Piştî axaftinan gel bi dirûşmayan ber bi navenda bajêr ve meşiya.