Şervanê YPG’ê Emrah Kef hat defnkirin
Şervanê YPG’ê Emrah Kef hat defnkirin
Şervanê YPG’ê Emrah Kef hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Emrah Kef (Zafer Havîn) ê di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Qelqelî ya Wanê bi tevlîbûna hezaran hat defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Emrah Kef (Zafer Havîn) ê hefteya buhrî li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da bi karwanekî bi sedan wesayîtan piştî li navçeya Westan a Wanê hat wergirtin birin Qerqelî.
Ji ber merasîma cenaze esnafên Qelqelî dikanên xwe venekirin, polîsan ku navçe dorpêçkirin nehiştin cenaze bikeve navçeyê. Gel nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da. Piştî aloziyê gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanê YPG’ê Kef dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmayên “Qatil DAIŞD, hevkar DYA’ , ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin. Cenaze paşê anîn gundê Pacuxlî. Piştî li mizgefta gund nimêja cenaze hat kirin, girseyê cenaze li ser milan anîn goristan gund û li vir veşartin. Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer, Serokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Mûsa Îtah, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, Hatîce Çoban, nûnerên sazî û dezgehan jî di merasîma cenaze de amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Ozdal Uçer got ku şervanên YPG’ê ji bo nirxên mirovatiyê canê xwe feda kirine û ji bo mirov layiqî wan be divê têkoşîn bê pêşxistin.
Merasîma cenaze piştî teziyeya bi girseyî bi dawî bû.