Şervanê YBŞ'ê Qasim Xodeda Etko hat bîranîn

Şervanê YBŞ'ê Qasim Xodeda Etko hat bîranîn

Şervanê YBŞ'ê Qasim Xodeda Etko, li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê ji aliyê hevalên wî ve hat bîranîn. Di merasîmê de xwarineke xêrê jî hat dayîn.

Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Qasim Xodeda Etko yê ji gundê Borike, ku di şerê 30'ê Cotmeha 2014'an ê li bajarokê Sinûnê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê gerîlayên HPG û şervanên YBŞ'ê ve li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê bi merasîmekê hat bîranîn.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, rêhevalê wî yê têkoşînê Îso Giro Çelkî li merasîmê der barê Etko de axaftine kir û got, "Berî şehîd bikeve em bi hev re li çiya li ser doçkayê bûn. Berî bikeve Sinûnê bi telefonê ji me re got ku werin hûn cihê min bigirin, ji bo em bikevin Sinûnê ez ê rê vekim. Şehîd Qasim mirovekî hêja û berxwedêr bû.”

Di merasîmê de her wiha xwarina xêrê li beşdaran hat belavkirin.

Di dema xwarinê de Huseyîn Qasim Xidir axivî û got: “Şehîd namirin. Xwezî bi wî kesî yê şehîd bûyî, di ber vê ax û dinî de canê xwe fedakirî.”