Serokwezaretî: Haya serokwezîr ji her operasyonê nîne
Serokwezaretî: Haya serokwezîr ji her operasyonê nîne
Serokwezaretî: Haya serokwezîr ji her operasyonê nîne
Serokwezaretiyê der heqê hevdîtina Serokwezîr Erdogan a bi malbatên Roboskiyî re daxuyaniyek da û got, "Di hevdîtinê de hatiye ragihandin ku her operasyon bi agahdariya Serokwezîr nayê kirin."
Der heqê hevdîtina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan a bi malbatên xizmên xwe di komkujiya Roboskî de wenda kirin de, Serokwezaretiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hevdîtina 26'ê Tîrmehê bi temamî di çarçoveyeke însanî de pêk hatiye û hat gotin, "Birêz Serokwezîr bal û hesasiyeta xwe ya li pêşberî vê bûyerê nîşan da û behsa gavên hikûmetê di vê mijarê de avêtine, kir."
Gotina Erdogan a "Min fermana operasyonê neda" ya li çapemeniyê hat weşandin ji aliyê Serokwezaretiyê ve bi gotina "Çîrok û senaryoyên li ser bigneha îdîayên ne rast ên dûrî rastiyê" derewand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokwezîr di hevdîtinê de nêrînên xwe yên tên zanîn dûbare kiriye û hat gotin, "Birêz Serokwezîr, di vê hevdîtina di rewşeke samimî de derbas bû de, li malbatan guhdarî kiriye û nêrînên xwe yên der heqê bûyera Qilabanê yên ji aliyê raya giştî ve tê zanîn, dûbare kiriye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erdogan di hevdîtinê de aniye ziman ku divê bawerî bi pêvajoya darizandinê ya dewam dike, hebe û hat gotin; "Li ser pirsa; bêyî fermana Serokwezîr ev operasyon dikare bibe?, hatiye gotin: ku haya Serokwezîr ji her operasyonê nabe. Yekîneyên têkoşîna li dijî 'terorê' li gorî erka xwe ya ji qanûnan digire, gavên pêwîst diavêjin. Hêzên ewlekariyê yên di vê têkoşînê de li êrîş û mexdûriyeteke mezin rast tên, di asta herî bilind de hesas tevdigerin."
Serokwezîr Erdogan di 26'ê Tîrmehê de bi hin ji malbatên 34 kesên di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dabûn re hevdîtin kiribû û li gorî agahiyên ji malbatan hatibû wergirtin Erdogan gotibû "Min fermana operasyonê neda."
Li ser vê yekê Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî gotibû, "Eger Serokwezîr dibêje min fermana komkujiya Roboskî nedaye, hingî dizane kê ev ferman daye."