Serdana teziyeya ji bo gerîllayên xizmên hev didome

Serdana teziyeya ji bo gerîllayên xizmên hev didome

Gerîlayên ARGK’ê Abdullah Afşar (Reşîd) û Hamdiye Afşar (Rengîn) ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û di heman demê de xizmên hev in jî bi hezaran kes diçin konê sersaxiyê yê ji bo wan hatiye vedan.

Ji bo gerîllayên ARGK’ê Abdullah Afşar (Reşîd) û Hamdiye Afşar (Rengîn) ên di salên 1990’an de di pevçûnekê de jiyana xwe jidest dane, konê taziyê ê ji aliyê malbatên wan ve li navçeya Cizîr ya Şirnexê ve hatine vedan serdana konê didome. Girseya ku piraniya wan jin li Taxa Cûdî hatin gel hev, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê vekirin û bisloganên “Bijî Serok Apo”, “PKK gele gel li vire” û “Şehîd namirin” ber bi konê taziyê yê Taxa Sûrê ve meşiyan.

Girseyê li ser bîranîna cangoriyên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyekê rêz girtin. Li vir Rêveberê MEYA-DER’Cizîrê Qasim Yîgît got, zarokên Kurd ji bo jiyanek azad bo gelê Kurd bête afirandin canê xwe feda dikin. Yîgît diyarkir ku “Erka ku dikeve ser milê me bibin hêjayî zarokên ku ji bo me canê feda kirine. Qasî ku em li ser xeta zarokên xwe bimeşin em dê azad bibin. Polîtîkayên qirêj ên hikumeta AKP’ê dê me nebe tuderan. Dema ku em kurdên çar perçeyên Kurdistanê bûn yek û me ji bo rêbertiya xwe tekoşîn da meşandin wê demê em dê azad bibin. Ji ber ku heta rêbertiya me azad nebe, em azad nabin.”

Dayîka gêrîlaya ARGK’ê Hamdiye Afşarê (Rengîn) Fatma Afşarê jî anî ziman ku, ew dê di rêya keça xwe de biçe, ala ku wan hiştiye ew dê heya dawiya canê xwe bitekoşînê bidin meşandin.

Piştre dayîka gêrîlayê ARGK’ê Ebdullah Afşar (Reşîd) Hezar Afşar jî da diyarkirin ku, kurê wê şehîdê tevayî gelê Kurd e û ew bi kurê xwe serbilinde. Piştî axaftinan dua hatin kirin serdanên taziyê bidawî bûn. Hate ragihandin ku taziye dê îro di demjimêrên fitarê de bi dayîna mewlîdê dê bidawî bibe.