Şer malbat kir 3 perçe

Şer malbat kir 3 perçe

Şerê li Kobanê 53 roj in berdewam dike. Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hawan û çekên giran li dijî gund û bajarê Kobanê zêde bûn, bi sed hezaran welatî neçar man derbasî serxetê bibin. Êrîşên çeteyan bû sedem ku gelek malbat perçe bibin û koç bikin. Malbatên Kobanê vala kirin û hatin Rihayê gelek ji wan hêj bi cih nebûne û dixwazim demek berî demekê li Kobanê vegerin. Malbata Seyid Xidir jî yek ji malbatên ku piştî şer bûne 3 perçe û belav bûne ye. 

Şerê li Kobanê di roja 53'an de berdewam dike. Berxwedana YPG/YPJ'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê her ku diçe xurt dibe. Şervanên Kurd ku ewil li hemberî çeteyên DAIŞ'ê di parastinê debûn, niha li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyonan dikin û çeteyan ji Kobanê paqij dikin. Li aliyê din bi 100 hezaran welatiyên Kobanê ku piraniya wan ji zarok, kal û piran pêk tên, dixwazin demek berî demekê Kobanê ji çeteyan paqij bibe û dîsa li axa xwe Kobanê vegerin. Gelek malbatên ji Kobanê hatin Pirsûsê keç û xortên wan di nava şer de li dijî çeteyan şer dikin. Yek ji malbatên ku 3 xortên wê li Qamişlo û Kobanê şer dikin Malbata Seyid Xidir Çilo ye. 

Dayika 3 zarokan Dîlan Çilo anî ziman ku di şer de apê wê jiyana xwe ji dest daye û birayê wê jî bi kanasê ji qirika xwe ve birindar bûye û niha li nexweşxaneya Rihayê ye. Dîlan da zanîn ku ji ber nasnameya wan tine nikare biçe birayê xwe bibîne û her dem rewşa wan meraq dike. Dîlan, rewşa xwe wiha anî ziman: "Em miletê Kobanê ne. Piştî çeteyên DAIŞ'ê ketin Kobanê em ji bo parastina zarokên xwe û namûsa xwe hatin serxetê. Me dît ku zarokan serjê dikin, me Kobanê hişt û em hatin Tirkiyeyê. Me dizanîbû Tirkiye nabe alîkarê me, lê em neçar man. Zarokên me hûr in, zivistan li pêş me ye, zehmet e. Em ewil çûn Antalyayê cem zavayê xwe, lê li wir kar û cih bi destê me neket em dîsa vegeriyan Pirsûsê. Ji ber ku li Pirsûsê jî cih bi destê me neket em hatine gundê Etmanekê li mala sersaxiyê bi cih bûn. Em li vir di bin guleyan û zextên leşkeriyê de dijîn." 

'LEŞKER ZEXTÊ LI ME DIKIN'

Dîlan da zanîn ku wê rojê çûn nava zeviyê pembo qirşan kom bikin, lê piştî vegeriyan leşker derketin pêşiya wan û nasnameya wan ji wan pirsî. Dîlan bilêv kir ku ji ber nasnameya wan tinebû bû leşkeran neheqî li wan kir û astengî derxistin. Dîlan diyar kir ku niha li vir di mala şînê de dijîn ku ti alavên xwarin, vexwarin, şuştinê bi wan re tune û perîşan bûne. Dilan destnîşan kir ku hevserê wê li Qamişlo di atolyeya çekan de dixebite û 2 tiyên wê jî li Kobanê di nava hêza YPG'ê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Dîlan xwest demek berî demekê şer bi dawî bibe û vegerin Kobanê. 

'ZAROK TEV BIÇÛK Û PERÎŞAN IN'

Seyidê Xidir ê 73 salî jî anî ziman ku piştî şer destpê kir ji bo parastina namûs û zarokên xwe ji Kaniya Kurdan bar kirin û hatin Pirsûsê û wiha axivî: "Şer giran bû. 2 zarokên min di şer de man û me zarok û bûkên xwe ji nava şer revandin em hatin serxetê. Min hemû mal û milkê xwe li pey xwe hişt û hatim. Hal û debara min pir baş bû. Maşîne, xanî, zevî û sewalê min hebûn. Min hemû li pey xwe hişt û em hatin. Em ewil çûn Antalya cem zavayê xwe. Lê li wir cih bi destê me neket û em dîsa hatin Rihayê. Ji ber ku me dîsa cih nedît em hatin gundê Etmanêkê. Niha gund vala bûye. Lê ji ber cihê em biçin tine em neçarin li vir bijîn. Leşkeran gotin tiştek bi serê we bê em ne berpirsiyar in. Lê ji ber cihê em biçin tine em neçarin hatin vir. Niha malbata me bûye 3 perçe. Kurekî min li Qamişlo, 2 kurê min li Kobanê di şer dene. Em jî hatine li vir perîşan bûne. Niha êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi dawî bibe ez dê saetekê li vir nesekinim û biçim Kobanê. Li vir kes alîkarî û piştgiriyê nade me. Em li vir di nava sermayê de dijîn. Zarok tev biçûk û perîşan in."