Salih Muslim wê 2 rojan li Tirkiyê be
Salih Muslim wê 2 rojan li Tirkiyê be
Salih Muslim wê 2 rojan li Tirkiyê be
Hat ragihandin, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ê çûye Tirkiyê, wê 2 rojan bi rayedarên dewletê re hin danûstandinan bike.
Piştî ku Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salih Muslim duh ji Hewlêrê bi balafirê derbasî Stenbolê bû, hemû awir û çav zîvirîn ser danûstandinên Muslim.
Muslim, li dû hevdîtina Serokkomar Gul a bi Serokwezîr Erdogan, Serokê Fermandariya Giştî, Şêwirmendê MÎT'ê û Wezîrê Karên Derve re, hat Tirkiyê şîrove tên kirin ku Muslim wê bi rayedarên hikûmetê re hevdîtinê bike.
Tê gotin, piştî hevdîtinên 2 rojan Muslim wê derbasî Parîsê bibe.