Şahidê JÎTEM’ê li Qoserê cihê gora komî nîşan da

Şahidê JÎTEM’ê li Qoserê cihê gora komî nîşan da

Mehdî Aslan ê endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê, di pêvajoya ku Albay Hasan Atîlla Ugur wezîfedar bû der barê bûyerên înfaz, şewitandina gundan û tecawizan de ku şahidiya xwe ji ANF’ê re vegotibû û di wê demê de Serokê Rêxistina Mêrdînê yê DEP’ê bû vê carê jî gora komî ya 6 gerîlayên ku bi fermana Ugur li gundê Xursê yê Qoserê hatibûn qetilkirin nîşan da.

Mehdî Aslan anî ziman ku bi rêya ANF’ê dixwaze bang li malbatên ku wer dihizirin zarokên wan jî di nav wan 6 gerîlayên ku bi awayekî komî hatine veşartin de hebin û got, ''Bila malbat werin em bi hev re ji bo vekirina vê gora komî serîlêdanê bikin û testa DNA bikin.”   

'CENZEYÊN 6 GERÎLLAYAN BI AWAYEKÎ KOMÎ LI QOSERÊ HAT DÎTIN’

Aslan da xuyakirin ku li Newala Reşkê ya dikeve jora gundê wan Xursê di Sibata sala 1994’an de bi fermana Atîlla Ugur ku 6 gerîla hatin qetilkirin dîsa bi fermana Ugur kirin romorkan û birin Qoserê. Aslan têkildarî vê mijarê wiha berdewam dike: “Cenazeyên 6 gerîlayan li goristana ku wek Goristana Şehîdan tê zanîn, 5-6 metre dûrî gora Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar bi awayekî komî hatin veşartin. Cenaze hîn jî li wir in.”

Aslan da xuyakirin ku bihistiye di nav wan 6 gerîllayan de birayê wî Mahmut Aslan jî heye û got, “Ez jî wer difikirim ku cenazey#e birayê min Mehmet Aslan jî di wê gora komî de be.”

Mehdî Aslan bang li rayedaran kir da ku ji bo gora komî were vekirin pêvajoya qanûnî bê destpêkirin.