RSF’ê daxwaza serbestberdana rojnamevanên Kobanî kir

RSF’ê daxwaza serbestberdana rojnamevanên Kobanî kir

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ji Tirkiyeyê xwest ku rojnamevanên Kobanî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê derbasî Bakûrê Kurdistanê bûn, serbest berde û ji bo ewlehiya xebatkarên çapemeniyên yên li ser sînor jî tedbîran bigire.

Rêxistina parastina mafê rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê RSF ku navenda wê li Parîsê ye, bi daxuyaniyekê bal kişand ser pevçûnên li Tirkiyeyê û girîngiya berpirsyartiyên rojnamevanan.

Berpirsê Buroya Ewropaya Rojhilat û Asyaya Navîn Johann Bihr, bal kişand ser pêvajoya aşitiyê û girîngiya raya giştî û medyayê ya ji bo vê pêvajoyê û got: “Hewldanên bêdengkirina rojnamevanan bi tu awayi nayê qebûlkirin.”

RSF’ê binê wê xîz kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê rewşa Tirkiyeyê aloz kiriye û pevçûnên li kolanên Tirkiyeyê dest pê kirine. RSF’ê destnîşan kir ku li tevahiya Tirkiyeyê û bi taybet l iherêma Kurdan rojnamevan di şert û mercên zor de ne. RSF’ê diyar kir ku di bûyerên rojên dawiyê de herî kêm 4 rojnamevan li rastî êrîşan hatine.

D daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Platforma Ji Rojnamvanan re Azadî bûyerên li ser sînorê Sûriyeyê kirine rapor û êrîşên polîsan ên li hemberî rojnamevanan şermezar kirine. Rojnamevana rojnameya Ozgur Gundemê Esra Çîftçî gotiye ku ew ji bo şopandina rewşa birîndarên li nexweşxaneyê çûne û li rastî şîdeta polîsan hatine. Her wiha, wesayita nûçegihanên TV10 jî li rastî êrîşa bi bombeyên gazê hatine. Heman wesayita polîan hatiye û pê li sêla nûçegihan kirine û şkandine."

RSF’ê diyar kir k sînorê Sûriyeyê weke “herêma leşkerî” hatiye îlan kirin û rojnamevanên Serokwezaret karta zer a çapemeniyê nede wana nikarin biçin ser sînor. RSF’ê diyar kir ku tevî nûçegihanên DÎHA’yê gelek rojnamevan û nûçegihan ji vê herêmê hatine derxsistin.

RSF’ê bal kişand ser rapora Cemiyeta Rojnamevanên Azad (OGC) û da zanîn ku li gorî OGC nûçegihanên ji Herêma Kobanê derbasî Tirkiyeyê bûne ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine binçavkirin û hate diyarkirin ku navê wan rojnamevanan wiha ne: Ranya Mihemed, Dîcle Şêxo, Xezne Nebî, Xwinav Îsa, Sara Mehmûd, Nazdar Elî, Evîn Elî, Dilişan Îbiş, Ranya Elî, Mizgîn Kurdo, Mustafa Faris, Mustafa Bali, Mustafa  MihemdElî , Ehmed Îbrahim, Mustafa Elî, Perwer Mihemed Elî, Mihemed Îsa, Ehmed Mustafa, Heysem Muslim û Îsa Mihemed.

RSF’ê diyar kir “160 kesên ku ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bûn li Dibistana Amadeyî ya Fenê ya Pirsûsê têne lêpirsînkirin”. RSF’ê da zanîn ku wana bi telefonê têkilî bi rojnamevan Mihmandar Perwer Mihemed Elî re danîne û diyar kirine ku beşek mezin ji van kesan rojnamevan û nûçegihan in.

RSF’ê da zanîn ku li gorî OGC’yê li Wanê jî 4 rojnamevan hatine binçavkirin. RSF’ê banga serbestberdana hemû rojnamevanên hatine binçavkirin, kir.