Rêxistinên Rojava kuştina Îsa Huso şermezar kirin
Rêxistinên Rojava kuştina Îsa Huso şermezar kirin
Rêxistinên Rojava kuştina Îsa Huso şermezar kirin
Rêveberiyên TEV-DEM, PYD, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, Partiya Komunîstî Kurdistanê û Meclîsa Tenduristiyê ya Qamişlo, qetilkirina Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Desteya Bilind a Kurd Îsa Huso bi tundî şermezar kirin û banga bilindkirina têkoşîna azadiyê û biratiya gelan kirin.
Piştî ku Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Desteya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û TEV-DEM’ê Îsa Huso îro di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da, partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyan êrîş bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniyên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), PYD, Partiya Komunîstî Kurdistan, Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Meclîsa Tenduristiyê ya Qamişlo wiha ne:
TEV-DEM
“Me îro agahiya şehadeta hevalê xwe Îsa Huso girt. Hevalê me bi awayekî hovane û li dijî mirovahiyê hatiye qetilkirin. Em van kiryarên terorî şermezar dikin. Em sersaxiyê ji malbatê û hemû gelê xwe dixwazin.
Hevalê me Îsa Huso yek ji berxwedêrên kevin û bavê şehîdekê bû, şoreşgerek bû. Bi salan li dijî rejîma Baas liberxwe da û tevî hemû pêktuyan jî paşve gav ne avêtin û li ser riya zarokê xwe yê şehîd bi israr dom kir. Ev êrîşên nemerdî nîşan didin ku komên çekdar ku ev 10 rojin li dijî berxwedana YPG’ê nikarin tiştekî bikin têk çûne. Ev hêzên hanê dixwazin îradeya gelê me ku pişta YPG’ê diparêzin têk bibin.
Em wekî TEV-DEM’ê ji gelê kurd û birayên wan ên ereb û suryaniyan re dibêjin ku ev êrîş di heman demê de li dijî wan e. Bi van êrîşan tê xwestin ku hewldanên xurtkirina yekîtiya gelan bên têkbirin. Em bang li hemû aliyan dikin ku hêza xwe bikin yek û li hemberî van hêzên dixwzazin di navbera pêkhateyên herêmê de tevlîheviyan derxînin têbikoşin.
Ev kiryarên hovanê dê hêza gelê me û biratiyan gelan xurt bike. Dîrok dê lanetê li van kiryaran bîne.”
KOMÎTEYA RÊVEBER A PYD'Ê
“Îro serê sibehê êrîşek terorê ya dijmirovahiyê li dijî rêveberê Kurd Îsa Huso pêk hat. Di encamê de hevalê me Îsa şehîd ketiye. Êrîşa ku pêk hatiye nîşana xeteyerek mezin e. Pêwîste hemû alî û hêz li dijî van êrîşên terorê hêza xwe bikin yek. Ev hêzên ji rê derketî li dijî hêza gelê me ya zindî êrîşan pêk tînin. Bûyerên terorê yên li seranserê Suriyê pêk tên ji bo pêşerojê xeteriyê derdixîn pêş. Ev hêzên ji rê derketî, wekî cêwiyên rejîma Baas in û pêkanînên wan jî wekî yên rejîmê ne.
Ev komên girêdayî El-Qaîdeyê êrîşên terorê pêk tînin û dixwazin ku gelê me sîstema wan a li derveyî mirovahiyê qebûl bikin. Em ê li dijî van planan liberxwe bidin û ji bo avakirina civakek ku biratiya gelan esas digire têbikoşin.
Îsa Huso salên dirêj di nava berxwedana şoreşî debû. Gelek caran ket zindana rejîmê, lê têkoşîna xwe berdewam kir. Şehîd Îsa Huso tu caran li dijî tirsê û terora rejîmê paşve gav ne avêt û bi berpirsyarî di meclîsa YPD’ê û komîteya wê ya rêvebir de cihê xwe girt.
Ji sala 2007’an de ji bo avakirina sîstema xweseriya demokratîk têkoşîn meşand û wekî Endamê Dîwana Serokatiya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê cihê xwe girt. Piştî peymana Hewlêrê wekî Endamê Komîteya Dîplomasiyê ya Desteya Bilind hate hilbijartin.
Êrîşên ji Dêrikê heta Helebê li dijî gelê me pêk hatine, çavkaniya vê êrîşa li dijî hevalê me jî nîşan didin. Pêwîste em li dijî van êrîşên hovane bi yekdengî derkevin û piştgiriya YPG û Asayîşê bikin. Em wekî PYD’ê xwemginiya xwe ya ji ber qetilkirina Îsa Huso tînin ziman û soz didin ku em ê heta dawiyê li ser riya wan têbikoşin.”
KOMÎTEYA NAVENDÎ YA PARTIYA KOMUNÎST
“Em êrîşê şermezar dikin. Îsa Huso nimûneya welatparêziyê şoreşger bû û ji hemû pêkhateyên herêmê hez dikir. Ev êrîşa hovane li dijî mirovahiyê û biratiya gelan e. Ev komên çete yên êrîşkar têk çûn, lewre dest bi rêbazên qirêj kirine û êrîşên hovane pêk tînin. Ev êrîş jî nemerdî û nemirovahiya wan nîşan dide.
Pêwîste hemû alî nakokiyên xwe deynin aliyekê, rûpelek nû vekin û berxwedaneke şoreşgerî li dijî van êrîşên ku tu kesî ji hev cuda nakin, nîşan bidin. Em wekî Partiya Komunist vê êrîşa terorê şermezar dikin û sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê dixwazin. Em soz didin ku emê ji bo nirxên biratî û azadiyê têbikoşin.”
MECLÎSA GEL A ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
“Em êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ev hevalê me mînakek netewî bû û bi doza miletê xwe ve girêdayî bû. Jiyana xwe ji bo vê dozê borandibû. Ji ber vê yekê gelek caran rastî êrîşa rejîma Baas hatiye û di zindanan de maye. Di heman demê de bavê şehîdekê ye. Ev êrîşên terorîstî nikarin vîna me ya azadiyê bişikînin. Ev komên selefî yên Îslama radîkal bi vî karê xwe yê qirêj, dijmirovahiya xwe nîşan didin. Ev êrîş piştî ev komên behsa mijarê di qada şer de li dijî YPG’ê têk çûn, pêk hatiye.
Em bi navê Meclîsa Rojava sersaxiyê ji malbata Huso û hemû malbatên şehîdan û gelê kurd dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku hişyar bin û ji bo ku ev plan vala bêne derxistin bi hêzên asayîşê ve hevkariyê bikin.”
MECLÎSA TENDURISTIYÊ YA QAMIŞLO
“Di demeke ku gelên Suriyê û Rojavayê Kurdistanê dixwazin jiyanek hevbeş ava bikin de, hinek hêzên terorîst dixwazin vê yekê asteng bikin. Vê yekê jî bi rêbazên qirêj dikin û kesayetên sivîl hedef digirin. Em van êrîşan û kuştina sivîlan şermezar dikin.”