Qanûna Erka Xweparastinê li Efrînê dikeve meriyetê
Qanûna Erka Xweparastinê li Efrînê dikeve meriyetê
Qanûna Erka Xweparastinê li Efrînê dikeve meriyetê
Wezîrê Parastinê yê Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm diyar kir ku Qanûna Erka Xweparastinê wê di demeke nêz de li Efrînê jî bikeve meriyetê. Îbrahîm, destnîşan kir ku dema rewşa Kobanê jî li ber çavan tê girtin girîngiya xweparastinê zêdetir derdikeve holê û got ku ew dixwazin hişmendiyekê ava bikin.
Wezîrê Parastinê yê Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm der barê mijarê de ji ANHA'yê re axivî û da zanîn ku wan bi aramca danasîna Qanûna Erka Xweparastinê dest bi rêzecivînan kirine û got ku di vê çarçoveyê de li gelek gundan civîn lidar xistine.
Îbrahîm destnîşan kir ku armanca wan ew e ku gelê herêmê di mijara erka xweparastinê de perwerde bikin û wiha pêde çû: ''Hinek partî û kesayetên xêrnexwaz propagande dikin û îdîa dikin ku em ê ciwanên herêmê bi vê qanûnê bibin nava şer. Bi rastî ne wisa ye. Armanca me ji vê qanûnê ew e ku ciwanên me perwerdekirî bin û dema herêm û gundên me rastî êrîşan werin karibin li kêleka YPG'ê bisekinin û malên xwe biparêzin. Erka xweparastinê ne ji bo tevlîkirina nava YPG'ê ye, lê belê armanc ew e ku di demên awarte de her kes karibe li kêleka YPG'ê bisekine û parastina xwe bikin. ''
'KOBANÊ LI BER ÇAVAN E'
Wezîr Îbrahîm da zanîn ku ew dixwazin di 6 mehên ji bo erkaxweparastinê hatine diyarkirin de ciwanan perwerde bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ''Eger ciwanên me li Kobanê perwerdekirî bûna dê çeteyan nekarîbana pêşde biçin. Ji bo ku gelê me amade be pêwîstî bi qanûneke bi vî rengî heye. Bi rastî Kobanê li ber çavan e. Rêberê Gelê Kurd bang li me kiribû ku em xwe ji şerekî mezin re amade bikin.''
Îbrahîm, bang li hemû gelê herêma Efrînê û koçberên hatine herêmê kir ku xwe ji bo parastina gund û navçeyên xwe amade bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: ''Bila gelê me baş bizane ku em amadekariyên xwe yên parastinê dikin. Parastina herêmê ji her kesî tê xwestin. Em ê di demeke nêz de Qanûna Erka Xweparastinê li Efrînê jî têxin meriyetê.''