PYD: Ehmed Husên (Bavê Cûdî) sembola berxwedanê ye

PYD: Ehmed Husên (Bavê Cûdî) sembola berxwedanê ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi munasebeta 9’emîn salvegera qetilkirina endamê Rêveber ê PYD’ê Ehmed Husên (Bavê Cûdî) daxuyaniyek da û diyar kir Ehmed Husên sembola berxwedanê ye û ji bo valaderxistina planên li dijî gelê Kurd heta dawiyê dê rêya Bavê Cûdî û hemû cangoriyên azadiyê bişopînin. 

Bi munasebeta 9’emîn salvegera qetilkirina endamê Rêveber ê PYD’ê Ehmed Husên (Bavê Cûdî), Komîteya Rêveber a PYD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku dema gelê Rojava şoreşa civakî dîji, hin hêzên navneteweyî, herêmî, alîgirên rejîmê û îslamiyên radîkal planan li dijî gelê Rojava pêk tînin û dixwazin ku gelê Kurd ji pêvajoya guherînê ya Sûriyeyê bêpar bimîne û bingeha Xweseriya Demokratîk ku hatiye danîn têk bibin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku salvegera 9’emîn a qetilkirina sembola berxwedanê Bavê Cûdî bi destê rejîma Baas û berxwedana bêhempa ya gelê Kurd nîşan dide ku gelê Kurd heta dawiyê dê di berxwedana xwe de bi israr be û li dijî êrîşan berxwedana gelerî çêbûye û divê her kes erka xwe yê neteweyî pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên çeteyan ji Dêrikê heta Kobanê pêk tên û qetilkirina Kurdên sivîl li Girê Spî, Til Eran û Til Hasilê planên wan ên qirêj ji bo tunekirina Kurdan aşkera dike, ji ber vê yekê pêwîst e gelê Kurd li dijî van êrîş û komkujiyan hêza xwe bike yek.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro ji her demê zêdetir pêwîstiya gelê Kurd bi şopandina nirxên Bavê Cûdî û hemû cangoriyên azadiyê ku canê xwe  fedakirine heye, pêwîst e hemû gelê Kurd erka xwe yê neteweyî pêk bîne û xwe bikin leşkerên parastina îrade û destketiyên gelê Rojavayê Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ‘‘Em Şehîd Bavê Cûdî bi bîr tînin, em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû dikin û em ji hemû hêzên êrîşkar û tarî re dibêjin ku dê nikaribin îradeya me ya berxwedanê têk bibin. Em ê ji bo bicihanîna daxwaza şehîdên azadî, aştî û demokrasiyê li Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê şopdarê rêya wan bin û em careke din bejna xwe bi rêzdarî li ber wan ditewînin.’’