Polonya tenê ji bo Varşovayê 840 milyar Euro tazmînatê dixwaze

Di navbera Polonya û Elmanyayê de, nîqaşên li ser tazmînata ji ber xisara mezin a dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê, dewam dikin. Hesabên her du aliyan de bi dehan qatî ji hev cuda ne.

Li Polonyayê, ku 1'ê Îlona 1939'na bi destpêkirina operasyona dagirkeriyê ya Elmanya Nazî re Şerê Duyemîn ê Cîhanê der bû, ji 5,5 mîlyon mirovên ji nivûsa 34 mîlyonî jiyana xwe ji dest dabûn. Li welêt hilweşîneke mezin rû da bû. Bi taybetî paytext Varşova bi erdê re bûbû yek.

Piştî şer, aliyên rojhilat ên Polonyayê ji Yekîtiya Sowyetan re hatin hiştin. Pommern, Prûsya ya rojhilat, Şîlezya û rojhilatê Brandenbûrgê, ku beriya şer di destê Elmanya de bûn, ji Polonyayê re hatibûn hiştin. Hikumeta Polonyayê, sala 1953'an dest ji tazmînatan berda bû. Ji welatiyên Polonyayê re 220 mîlyon Euro tazmînat hatibû dayin. Tê zanîn, ji bo welatiyên Polonyayê yên di dema şer de bi zorê hatin xebitandin, 1 milyar Euro tazmînat hate dayin.

LI GORÎ POLONYAYÊ TENÊ ZERARA LI VARŞOVAYÊ 840 MILYAR EURO YE

Meseleya tazmînata şer ku salên 2000'î ji nû ve kete rojevê, bi hikkumeta PîS'ê ya neteweperest re, ku niha desthilatdar e, sortir bû. Li gorî lêkolîna heyeta pispor a ji aliyê Parlamenta Polonyayê ve hate wezîfedarkirin, tenê li Varşovayê zerara bûye, li gorî nirxên îro 840 milyar Euro ye.

Lê belê pispor û siyasetmedarên Elman bi bîr dixînin, ku Polonyayê salên 1953 û 1970 de dest ji daxwazên xwe yên tazmînatê berdaye. Her wiha piştî şer, qadeke zêdeyî 100 hezar kîlometreçargoşeyî ya Elmanyayê ji Polonyayê re hate hiştin. Zêdeyî 13 mîlyon Elmanên li vê derê dijiyan, koçî Elmanyayê kiribûn.