Polîsan li Şemzînan êrîşî gel kir

Polîsan li Şemzînan êrîşî gel kir

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê polîsên Tirk bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên plastîk êrîşî girseya gel a ku bi armanca protestokirina êrîşên li ser Kobanê kom bû kirin.

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê girseya gel li hev kom bû û rêya Gever-Şemizînan li trafîkê giritn. Polîsan bi bombeyên gazê ava şid û guleyên plastîk êrîşî girseya gel a ku dirûşmên “Bij Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG” û “Bijî Berxwedana Kobanê” diqîriyan kir. Piştî êrîşa polîsan ciwanan bi kevir û molotofan bersiv dan êrîşa polîsan.

Piştî vekişîna polîsan pevçûnên li navçeyê bi dawî bûn.