Polîsan di ser nexweşxaneya Pirsûs de girtin birîndarê Kobanî binçav kirin

Polîsan di ser nexweşxaneya Pirsûs de girtin birîndarê Kobanî binçav kirin

Polîsên Tirk di ser Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de girtin, Kobaniyekî di şer û pevçûnan de birîndar bûye birine cihekî nehat zanîn. Polîsan bi çekan li doktoran gef xwarin.

Kobaniyekî navê wî nehat zanîn ê di şer û pevçûnên Kobanê de birîndar bûye û anîbûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ji aliyê polîsên tevgera taybet ên bi ser nexweşxaneyê de girtin ve hat desteserkirin û birin cihekî nehat zanîn. Hat diyarkirin polîsên di ser nexweşxaneyê de girtin gule xistine ber çekên xwe, çek xistine serê doktoran û gefa “hûn bilivin em ê we bikujin” xwarine.