Polîsan avêtin ser navenda tenduristiyê, Rojavayiyên birîndar bi zorê birin
Polîsan avêtin ser navenda tenduristiyê, Rojavayiyên birîndar bi zorê birin
Polîsan avêtin ser navenda tenduristiyê, Rojavayiyên birîndar bi zorê birin
Li Amedê, polîsan avêtin ser navenda tenduristiyê ya Şaredariyê ku 49 Rojavayiyên birîndar lê dihatin dermankirin û birîndarên li vir bi zorê derxistin û li nexweşxaneyên nava bajêr belav kirin.
Li Amedê ku ji ber êrîşên li hemberî Kobanê tansiyon bilind e, Navenda Tenduristiyê ya Dayik-Zarok a Kardelen a Şaredariya Baglar û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, îro saet di 04:00 de rastî serdegirtina hêzên polîsan hat.
Polîsan xebatkarên li navenda tenduristiyê li erdê dirêj kirin, pê li pişta wan kirin û ketin hundir. Polîsan bi pihînan deriyên odeyan şikandin, 49 Rojavayiyên li navenda tenduristiyê tedawî dibûn bi zorê derxistin, li ambûlansa bicih kirin û ew birin nexweşxaneyên cuda yên li Amedê.
Der heqê sedema serdegirtinê de hînê agahî nehatiye bidestxistin.