PJAK cangoriyên xwe Akîf Mamo û Sîrwan bibîr anî
PJAK cangoriyên xwe Akîf Mamo û Sîrwan bibîr anî
PJAK cangoriyên xwe Akîf Mamo û Sîrwan bibîr anî
Meclîsa PJAK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên xwe Akîf Mamo (Zagros) û Sîrwan ên weke pêşengên Tevgera Azadiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê pênase dike bibîr anî û bang li ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê kir, ku bi ruhê van cangoriyan tevlî berxwedana neteweyî ya li Kobanê bibin.
Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi daxuyaniyeke nivîskî cangoriyên xwe Akîf Mamo (Zagros) û Sîrwan ên di 5'ê Mijdara 2006'an de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama ked û têkoşîna Akîf Mamo û Sîrwan de PJAK gihaştiye qonaxa îro û hat gotin, "Eger îro li Rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran gelê me bi ruheke neteweyî xwedî li Şengal, Kerkûk û Kobanê derdikevin bandora pêşengtî û têkoşîna Akîf û Sîrwanan û nirx û têgîna ku wan avakiriye hebûye."
Meclîsa PJAK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Îro ruh û têgîna neteweyî ku Sîrwan û Akîfan ava kirine li Kobanê di kesayeta ciwanên Rojhilat ku li Kobanê bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin, jîndar bûye."
Daxuyaniya Meclîsa PJAK'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
"Eger îro di têkoşîna azadiya gelê me de nirxên pir mezin hatine avakirin û gelê me pêl bi pêl di rêya azadiyê de dimeşe ji ber mîras û xeta ku pakrewanên têkoşîna azadiyê pêşengtiya wê kirine ye. Rastî û roniya ku hertim têkoşîna me û em ronî kirine û ber bi pêngavên mezin ê dîrokî birine bêguman ferman û rista mezin, ku şehîdan dane ser milê me ye. Ji ber dagirkerî û metîngeriya ku li ser gelê me dihate meşandin, gelê kurd her tim ji bona azadî û destxistina mafê xwe yê azadiyê têkoşîn kiriye û bi dehhezaran di vê doza pîroz de canê xwe feda kiriye û gehiştiye mertebeya bilind a şehadetê. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi deh hezaran di vê rêya pîroz de beşdarê karwanên azadiyê bûne. Rêhevalê me şehîdê pakrewan yê doza azadiya gelê xwe Akîf Mamo (Zagros) û Sîrwan jî yek ji wan cangoriyên mezin û fedayî bûn ku ji bona azadiya neteweya xwe û mirovahiyê beşdarê têkoşîna azadiya gelê xwe dibin. Di 5 Mijdara 2006 her du pakrewanên doza heqîqetê tevlî refên şehîdan dibin. Em di kesayeta Rêhevalê xwe Akîf mamo û Ş. Sîrwan de hemû cangoriyên vê pêvajoyê bi bîr tînin û li hemberê wan bejna xwe ditewînin.
'DI ASTA HEYÎ YA PJAK'Ê DE ROLA Ş. AKÎF Û SÎRWAN DIYARDE YE'
Rêheval û pêşeng û damezirînerê PJAK Ş. Akîf di avakirin û rêxistinkirina Partiya Jiyana Azadê Kurdistanê de ked û bandoreke xwe ya mezin û bi wate hebû. Di avakirina kesayetên, bîrdozî û siyasî yê kadro û milîtanên Apoyî de bi bandor û xwedî têgîneke felsefî û birdozî bû. Bi coş û baweriya xwe li derdora felsefa Apoyî û îdeolojiya rizgariya gelê xwe de, di rêxistinkirin û pêşvebirina plan û biryar û hedefên girîng û dîrokî de xwedî ezmûn û sekneke pêşeng bû. Ger îro Partiya jiyana Azadê Rojhilatê Kurdistanê PJAK li Rojhelatê Kurdistanê gehiştiye vê astê û îro di çareserkirina pirsa kurd û rizgariya gelê xwe de roleke mezin û diyarde girtiye ser milê xwe, bêguman ev yek encama ked û pêşengatiya Rêhevalê me Ş. Akîf û şehîdên vê dozê ye. Şehît Akîf di têkoşîna azadiya gelê xwe de di demeke kin de bi rastiya ku di têkoşîna azadiyê de mirov bêhtir nêzê heqîqetê dike dibe yek û hestên berpirsyartî kesayeteke pêşeng û taybetmendiya rêveberî tê de xwe diden pêş. Milîtanên azadiyê Sîrwan û Akîfan bi têkoşîn û keda xwe ya mezin di têkoşîna azadiya me de her roj di pêşvebirin û bi nasnamekirina têkoşîn û sekna bîrdozî, siyasî ya kadroyên hereketa me de xwedî risteke mezin û diyarde bûn. Di heman demê de ji bo rêxistinkirin û bilindkirina têkoşîna azadiyê li Rojhelatê Kurdistan û şikandina bêhîvîtiya ku di nava gel û ciwanên kurd de ava bibû, bibûn ronî û hêviyeke mezin.
'ENCAMÊN KED Û TÊKOŞÎNA AKÎF MAMO Û SÎRWAN ÎRO LI KOLANÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ TÊ DÎTIN'
Di têkoşîna azadiya Rojhelatê Kurdistanê de ked û têkoşîna bê wêne ya pêşengê azadiya mirovbûnê Akîf Mamo û kadro û milîtanê dema Apoyî Sîrwan bandoreke xwe ya mezin û diyarde hebû û îro em encama vê ked û mîrasê ku wan avakirine di kolanên Rojhilatê Kurdistanê de dibînin. Ger îro li Rojhilatê Kurdistanê bi deh hezaran gelê me bi riheke netewî xwedî li Şengal, Kerkûk û Kobanê derdikevin bandora pêşengtî û têkoşîna Akîf û Sîrwanan û nirx û têgîna ku wan avakiriye hebûye. Îro li her çar parçê kurdistanê encama van bedelên giranbiha û têkoşîna bê wêne yê van pakrewanan ku ji bona azadiya gelê xwe dane şîn dibe û gelê Kurd di pêvajoya dîrokî ku tê de derbas dibe bi nirx û detketiyê ku ava bûye çarenûsa xwe diyar dike. Îro li cihanê ger behs ji têkoşîna bêwêne ya gelê kurd û milîtanên vê tê kirin, bêgûman ev çanda têkoşîn û sekna ku tê diyarkirin mîras û çanda van şehîdane ku îro bûye roniya rê û têkoşîna gelê me li her çar parçê Kûrdistanê. Îro rih û têgîna neteweyî ku Sîrwan û Akîfan ava kirine li Kobanê di kesayeta ciwanên Rojhilat ku li Kobanê bo rûmeta mirovahiyê têdikoşin, jîndar bûye.
Pakrewanên me nirxên me yên rast hatine jiyankirin û şervantiya heqîqetêne ku di vê demê de ev heqîqet li Kobanê, Şengal, kerkûk, Pirsûs, Sine, Seqiz, , Kotol, Urmiyê û Kirmanşan’ê bûye yek. Tenê ev rastiya tê jiyîn dikare heqîqeta şehîdan û mîras û daxwazên wan jîndar bike û hêviyê wan yê azadiyê bi serketina vê demê ya gelê kurd tacîdar bike.
'DESTKETÎ Û PÊŞKETIN ENCAMA TÊKOŞÎN Û KEDA ŞEHÎDAN E'
Em weke PJAK destketî û pêşketinên doza azadiya gelê xwe û partiya xwe, encama têkoşîn û keda van qehremanan dibînin û minetarê wan in. Di kesayeta Ş. Sîrwan û Ş. Akîf û şehîdên vê dema qehremantiyê de sonda serketin doza azadiyê û Rizgariya gelê xwe diden û ji bona pêkanîna vê erka xwe ya dîrokî em ê bi ruhê Akîf û Sîrwanan, vê dema dîrokî bi azadî û demokrasiye tacîdar bikin û plan û konseptên qirêj ku ser gelê kurd tên meşandin û metîngerî û dagirkeriya sedsalan li Kurdistanê bi dawî bikin.
'BI RUHÊ AKÎF Û SÎRWANAN BEŞDARÎ BERXWEDANA NETEWEYÎ YA LI KOBANÊ BIBIN'
Em bang li hemû gelê xwe jin û ciwanên kurd li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku bi ruh û têgîna Akîf û Sîrwanan di vê dema dîrokî ku em tê de derbas dibin, beşdarê berxwedana neteweyî ku li Kobanê tê meşandin bibin û bi vî şêwazî xwedî li nirxên van şehîdan derkevin. Em çalakiyên bê wêne yê gelê xwe li Rojhilat ku bi vî ruhî pêş ketine silav dikin û dibêjin ku divê her roj li Rojhilatê Kurdistanê ruhê Sîrwan û Akîfan bilintir û birêxistinkirî be.
Her ciwaneke kurd pêwîste ku raman û armanca ku van pakrewanan ji bona wê canê xwe feda kirine, baş binase û vê destana dîrokî ku bi xwîna pakrewanan hatiye nivîsîn bixwîne û her ciwanek bibe Akîfek û bi ruhê wî yê pêşengtiyê di vê dema dîrokî de ji bona rûmeta xwe û welatê xwe beşdarê têkoşîna azadiya gelê xwe be."