Pêşmergeya jin a YNK'yî jiyana xwe ji dest da
Pêşmergeya jin a YNK'yî jiyana xwe ji dest da
Pêşmergeya jin a YNK'yî jiyana xwe ji dest da
Di encama topbarana çeteyên dijminê mirovatiyê DAIŞ de pêşmergeyeke jin a YNK’yî jiyana xwe ji dest da.
Li gor nûçeya PUKMedîa, di yekemîn roja Cejna Qurbanê de li bajaroka Daqûq a girêdayî Kerkûkê çeteyên DAIŞ ku çeperên pêşmergeyan topbaran kirin pêşmergeya bi navê Rengîn Yûsif birîndar bibû vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku Rengîn yek jê 7 mehî dayika du zarokên keç bû û bi hesta berpirsiyartiya li hember terora DAIŞ di eniyên pêşde cih digirt.
