PÇDK’ê xwarina fitarê da malbatên şehîdan û şêniyên Qendîlê
PÇDK’ê xwarina fitarê da malbatên şehîdan û şêniyên Qendîlê
PÇDK’ê xwarina fitarê da malbatên şehîdan û şêniyên Qendîlê
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan (PÇDK)’ê xwarina fitarê da malbatên şehîdan û şêniyên Qendîlê. Di xwarina fitarê de Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer got; “Em bi saya wan şehîdan van rojan dijîn.”
Li binarên Qendîlê bi munasebeta meha Remezanê duh ji aliyê PÇDK’ê ji bo malbatên şehîdan ên Başûrê Kurdistanê û şêniyên Qendîlê xwarina fitarê hat dayîn. Di xwarina fitarê de ligel Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer, aktîvîsta serbixwe Seyîd Xalid, hejmareke zêde ya jinan jî bal kişand.
Piştî xwarina fitarê Hevseroka PÇDK’ê Necîbe Emer û aktîvîsta serbixwe Seyîd Xalid di derbarê pêvajoyê de nirxandinên xwe kirin û bal kişandin ser wate û têkoşîna şehîdan. Û wiha hate gotin; “Em bi saya wan şehîdan van rojên ku em her ber bi azadiyê ve diçin dijîn.”
Her wiha hat destnîşankirin ku, di meha Remezanê de bi munasebeta meha Remezanê ya pîroz divê gelê Kurd yekitiya xwe bi hêz bike. Ji her demê zêdetir ji bo serketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê xebat bê meşandin.
Di derbarê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê de jî ku axaftin hatin kirin wiha hat gotin, “Divê demek ji ya din zûtir Deriyê Sêmalka bê vekirin.
Herî dawî jî têkildarî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê asta xebat û amadekariyan hat nirxandin.