PÇDK’ê li gundên Sûredê xwarina fitarê da
PÇDK’ê li gundên Sûredê xwarina fitarê da
PÇDK’ê li gundên Sûredê xwarina fitarê da
PÇDK’ê li Herêmên Parastina Medyayê xwarina fitarê da. Di xwarina fitarêya ku li Sûredê PÇDK’ê dayî de nêzî 200 kesan ji 13 gundên girêdayî Sûredê beşdar bûn. Di xwarina fitarê de berendamê PÇDK’ê yê herêma Ranya yê Osman Ezîz Emîn Malî axaftinek kir û da diyar kirin ku, “Gelê Kurd niha binasnameya xwe, zimanê xwe û ya herî girîng jî di warê hevpeymana nevnetewî de gavan di avêje.”
Di roja 21’emîn ya Remezanê de Partiya Çareseriya Demokratîk ya Kurdistanê (PÇDK)’ê ji bo gundên Sûredê xwarinek ya fitarê organîze kir. Gelek gundên girêdayî Sûredê yên wek, Sinemok, Aşkulke, Şaruş, Keskan, Kirneqa, Pişteşan, Birede, Berkuran, Bireş, Bipala, Xîresa, Sergenel, Çakurne û Ranya. Derdora 200 kesan beşdar bûn. .
Di xwarina fitarê de rispiyên gundên Sûredê yên wek, Sofî Mehemet, Kûxe Huseyîn, Evdila Ember, Xidir Hacî Evdila û berendamê PÇDK’ê yê Ranya yê Osman Ezîz Mehemet Emîn Malî li gel malbata xwe tevlîbûn. Di xwarina fitarê de gelek ciwan û zarok jî hebûn.
Piştî fitarê, berendamê PÇDK’ê yê Ranya yê Osman Ezîz Mehemet Emîn Malî axiftinek kir û da diyar kirin ku, kurdan ji ber zilm û zordariya dîtî neçar mane ku, axa xwe bi cih bihêlîn û Osman wiha got: “Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê bi rojên xwe yên bi êş û zehmet gihane roja îro. Kurdên parçeyên dinê Kurdistanê jî heman zorî û êş kêşan dine. Êşên ku gelê Kurd kêşandin ji bîr kirina wan hêsan nîne. Ya girîng ewe ku em jî zehmetiyên ku hatine kişandin dersan jê derbêxîn.”
Osman da destnişan kirin ku, gelê Kurd niha binasnameya xwe, zimanê xwe û ya herî girîng jî di warê hevpeymana nevnetewî de gavan di avêje û wiha berdewma kir; “Di rojên pêşiya me de wê Kongreya Netewî bê li darxistin. Dê di vê Kongre yê de pirsgirêkên ku gelê Kurd jiyan kirine û tişta pêwîst ji bo pêşerojê wê bi nirxînin û biryaran li ser bidin. Di dîrokê de komkujiyên li ser kurdan hatîn kirin mirov bi awayekî vekirî dibîne. Ji bo hemû rastî derbikevin holê divê lêkolîn li ser bên kirin. Ji ber vê jî divê gelê Kurd, bi yekgirtî û ligel hev têkoşînê hevpar bide meşandin û ji xwe re bingeh bigre. Niha herçar parçeyê Kurdistanê ji negahaye azadiya xwe. Li Rojava yê Kurdistanê şerekî giran heye. Ji ber vê jî pêwîste ku, Kurd biryara têkoşîna hevpar bide.”
Osman da zanîn ku, pêwîste ku têkoşîn bê berdewam kirin û axaftinên xwe bi van gotina bi dawî kir; “ Ji bo em azadiya xwe ji dest nedîn, divê em bi rengek hîn xurtir têkoşînê bi dîn meşandin. Eger em azadiya xwe bi dest bêxîn wê azadiya Bakûrê Kurdistanê jî azad bibe û wê azadiya xwe bipêş de bibe.