Pazarcik: Domkirina tecrîdê dê pêvajoyê bixetimîne

Pazarcik: Domkirina tecrîdê dê pêvajoyê bixetimîne

Endama Koordînasyona KJB’ê Elif Pazarcik diyar kir ku nêzî 2 salin li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin û destnîşan kir ku eger tecrîd dewam bike, dê pêvajo bixetime. Pazarcik hevdîtinên Osloyê jî bibîr xist û got, "Tevî ku nîqaş gihaştin asteke girîng, ji ber Tirkiye ji çareseriyê re ne amade bû, pêvajo xetimî."

Endama Koordînasyona KJB'ê Elîf Pazarcik bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û der heqê girandkirina tecrîdê ya piştî bidawîbûna hevdîtinên Osloyê weha rave kir:  “Li aliyekî xwest gerîlla îmha bike  li  aliyê din li dijî siyasetmedaran operasyonên bi navê KCK’ê pêk anîn û 10 hezar siyasetmedar avêtin girtîgehan. Bi gelemperî  imhakirina tevgera me dihat armanckirin.  Bê guman me li dijî vê helwestê biryara têkoşînê  bilind bikin girt û biryara Şerê Gel ê Şoreşgerî pêş xist.  Di milê gerîlla de di sala 2011-12’an de berxwedan pêş ket.  Di sala 2012’an de têkoşîna gerîlla û serhildanên gel, pêva girêdayî rojiyên mirinê yên li zindanan ên li Tirkiye û Ewropayê, dîsa pêvajoya ‘Ji Rêber Apo re Azadî’ pêş ket. Kampanya imzeyan hat meşandin. Bi gelemperî pêvajoyek têkoşînê hat pêşketin.  Ger ku ne têkoşîna gerîlla, serhildana gel û berxwedana zindanan bûya ne pêkan bû ku ev têcrîda li ser Rêber Apo bihata şikandin. Ji xwe armanca dewleta tirk bi tevahî imha bû. Wan jî ev yek îtiraf kir. Tirkiye bi xwe ev tevrid bi dawî nekir. Bi têkoşina me ev tecrid hat şikandin.  Bi berxwedana Rêberê me ev tecrîd hat şikandin. Lê di roja îro de mirov nikare bêje bi tevahî tecrîd hatişe kişandin.” 

Pazarcik da xuyakirin, ku  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Newrozê re pêvajoya nû ya bi navê “Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad” da destpêkirin û gavek nû avêt.  Pazarcik, bilêv kir ku li gel Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseiryê daye destpêkirin hêj jî parêzer nikarin biçin hevdîtinê bikin û wiha berdewam kir. 

“Bi hinceta keştî xerabe ye destûr nadin parêzer hevdîtinê pêk bînin. Ev ne li gorî pêvajoyê û hiqûqê ye.  Ji bo ku ev pergala tecrîdê bi tawî bibe divê pergala Îmraliyê bi temamî bi dawî bibe. Ger ku ne wisa be dê tecrîd bidome. Li aliyê din divê heyet her ji 15 rojan carekê hevdîtin pêk bîne, lê ji mehê carekê hevdîtin pêk tîne û ev geşedanên neyîni pêş dixe.  Bê guman ti bendewariya me ji dewletê tune. Lê ger ku dewlet bixwaze ev pêvajo pêş bikeve divê tecrîdê bi dawî bike.  Ji bo ku tecrîdê ranake û destûr nade parêzer biçin Îmraliyê fikarên me mezin dikin. “ 

'PÊKANÎNA KONGREYA NETEWÎ, ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'

Pazarcik, daxuyand ku dewlet bi vê helwestê destnîşan dike ku ew kengî  û çawa bixwaze dikare tevbigere û dixwaze her tiştî bi xwe ve girê bide. 

Pazarcikda zanîn ku di 9. Civata Giştî ya Kongra Gel de biryara rêvebirina pêvajoyê û bilindkirina têkoşînê hatiye girtin û got, "Ji bo ku pêvajoya Rêberê me daye destpêkirin pêş bixin û têxin meriyetê biryara ku em hemû hêza xwe bikar bînin hat girtin. Ji bo ku ev tecrîd bê kişandin têkoşînek zêde tê meşandin. Ji bo ku tevrîd bê şikandin û ev pêvajo pêş bikeve Rêber Apo konferans pêş niyar kiribûn. 3 konferans pêk hatin. Kongreya Neteweyî jî xebatên wê tên kirin.  Xebatên kongreyê gihiştine astek girîng. Pêkanîna vê kongreyê ifadeya şikandina tecrîdê ye.” 

Pazarcik, da zanîn ku ji milê tevgera jinê de jî ji bo tecrîd bê şikandin kampanyayên cuda hatin meşandin.  

Pazarcik anî ziman ku nêzî 2 salin kampanya “Ji Ocalan re azadî, ji komkujiyê re na” hat meşandin û got, "Tevgera Jinê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek mezin meşand. Di encamê de bi têkoşîna tevgerê û têkoşina gelê kurd şikandina tecrîdê gihiştiye astek girîng. Em dîsa bi tecrîdê re rû bir û ne. Ji bo ku tecrid bi dawî bibe dê têkoşîna me berhdewam bike. 

'TECRÎD BI DAWÎ BIBE, WÊ RÊYÊN ÇARESERIyÊ VEBIN'

Pazarcik, bal kişand ser geşedanên li Rojava û wiha dawî li axaftina xwe anî. “Li Rojava bi berxwedana gelê kurd pêvajoyek pêş ket. Ev têkoşîna gelê kurd a Rojava hevsengiya Rojhilata Navîn diyar dike û rolek mezin dilîze. Têkoşina gelê me ya Rojava di şikandina tecrida li ser Rêbar Apo de rolek mezin lîst. Li aliyê din 10 hezar siyasetmedarên Kurd hêj girtîne. Ev  jî aliyekî din a tecrîdê ye. Dîsa li aliyekî bendav  tên avakirin. Li aliyê din qereqol tên avakirin. Ev me dixe nava fikaran. Di vê pêvajoya çareseriyê de ev gavên neyînî fikarên me zêde dike. Em hevîdikin ku dewleta tirk di vê pêvajoye de dê gavên erênî bavêje. Bi kurtasi şikandina vê tecrîdê dê bi têkoşîna me bi encam bibe.  Ger ku ev tecrîd bidome ne ji bo Tirkiyeyê û ne jî ji bo Rojhilata navîn dê gavên erênî neyên avêtin. Ji bo vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe û rêyên çareseriyê bên vekirin. “