Parlamenter û şaredar çûn serxweşiya Şik

Parlamenter û şaredar çûn serxweşiya Şik

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli li gel parlamenterên HDP’ê û hevşaredarên navçeyan çûne serxweşiya Muhamed Şik ê birayê Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut. Muhamed li Kobanê di encama şerê li hember çeteyên DAIŞ jiyana xwe ji dest da.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nusel Aydogan, Parlamentera Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn, Hevşaredarên Peyasê M. Alî Aydin û Fatma Arşîmet, rêveberên MEYA-DER'ê li gel malbatan ji bo serxweşiyê berê xwe dan navçeya Karazê. Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut ku birayê wê Muhamed Şik li Kobaniyê jiyana xwe ji dest da serxweşî qebûl kirin. Parlamenter Nursel Aydogan bal kişand ku berxwedana Kobaniyê 51 roj li pey xwe hiştine û wiha axivî: “Îro heman demê salvegera 1375’an a şehadeta neviyê Hz. Muhemmed Hz. Huseyîn e. 1375 sal berî niha Hz Huseyin li Kerbelayê li dijî zilm û neheqiyê têkoşîn da. Û jin û zarokên bi wî re şehîd ketin. Têkoşîna Hz. Huseyin îro li Kobanê ji aliyê YPG û YPJê ve tê kirin. Di vê têkoşînê de mezlûm wê bi ser bikevin.”

Aydogan li Enqereyê êrîşa bi kêrê ya li hember endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş jî nirxand û da zanîn ku sebreke Kurdan jî heye û xwest ji bo çareseriyê gav bêne avêtin.

Bav Hafiz Şik jî serxweşî qebûl kirin û got, “Hevalê Rênas li Serêkaniyê û Şengalê jî têkoşîneke mezin da. Li Kobanê di roja 54’an a berxwedanê de şehîd ket.”