Parlamenta Başûr daxwaza naskirina Kantonên Rojava red kir

Parlamenta Başûr daxwaza naskirina Kantonên Rojava red kir

Parlamenta Başûrê Kurdistanê bi belavokeke nivîskî daxwaza 63 parlamenteran a naskirina Kantonên Rojavayê Kurdistanê, red kir.

Serokatiya Parlamenta Başûrê Kurdistanê, bi belavokeke nivîskî bersiv da daxwaznameya 63 parlamenteran a ji bo naskirina Kantonên Rojavayê Kurdistanê. Di belavoka bersivê de ku di 29'ê Îlonê de hat îmzekirin Serokatiya Parlamenta Başûr diyar kir ku ti erka wan a naskirina Kantonên Rojava nîne.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Serokatiya Parlementê bi du xalan daxwaza 63 parlamenteran a naskirina kantonan red kir. Serokatiya Parlamentê di xala yekemîn de diyar kir ku diviyabû ev daxwaz ji aliyê herêmên Rojava ve bihata kirin. Di xala duyemîn de jî hat gotin ku ti erka Parlamenta Başûrê Kurdistanê ya naskirina Kantonên Rojava nîne.

Parlamenterê berê yê fraksyona Goran Ednan Osman da xuyakirin ku Serokatiya Parlamentê rêz li 63 parlamenterên xwe negirtiye û destnîşan kir ku serokatiya parlamentê li gorî xwe belavok û daxwaznameyan dinivîsîne.