Parêzerên Ocalan ji bo ji nû ve darizandinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo ji nû ve darizandinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza ji nû ve darizandina muwekîlê wan, careke din serî li 11. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dan ku vê dadgehê der heqê Ocalan de biryara mehkûmiyetê dabû.

Li gorî nûçeya li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, li ser bingeha xala 2. a demborî ya maddeya 21. a qanûna bi hejmara 6459 ku mevzûata ji nû ve darizandinê sererast dike û li nava raya giştî jî weke 4. pakêta dadgeriyê tê zanîn, ji bo muwekîlê wan ji nû ve bê darizandin, bi daxwaza "ji nû ve darizandin û rawestandina bicihanîna ceza" serî li 11. Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dan, ku vê dadgehê beriya niha der heqê Ocalan de biryara cezayê muebbetê yê girankirî dabû. 

Di serlêdana ji nû ve darizandina Ocalan de, parêzeran ev sedem û daxwaz rêz kirin: "Hikmê mehkûmiyetê bi binpêkirina Peyama Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye dayîn û bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re ev binpêkirin hatiye tespîtkirin, lewma em dixwazin muwekîlê me Birêz Ocalan ji nû ve bê dariznadin, li gorî madeya 312. a Qanûna Mûhakemeya Ceza bicihanîna ceza were betalkirin an rawestandin, eger mehkemeya we ya rêzdar xwedî nêrîneke berovacî vê be, em bi rêzdarî dixwazin li ser bingeha xala 2. a demborî ya maddeya 21. a qanûna bi hejmara 6459 a hin Qanûnên ji bo Azadiya Raman û Mafên Mirovan sererast dike, ku tê de tê gotin 'Ji 15.06.2012'an û pê ve, ji bo kesên li pêşberî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve tê venihêrtin', bi daxwaza betalkirinê dosya ji Dadgeha Destûra Bingehîn re were şandin û huqmê qanûnî yê hatiye stendin, were betalkirin."