PAJK: Li hemberî pêkanînên destavêtinê êdî sebra me nema

PAJK: Li hemberî pêkanînên destavêtinê êdî sebra me nema

Endamên PAJK'ê yên ku di girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyeyê de dimînin der barê tacîz û tecawizên ku van demên dawî pêk tên de nameyek rê kirin. PAJK’ê anî ziman ku divê tecawiz di huqûqa navneteweyî de wek 'Sûcê mirovahiyê' bê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Em careke din hukûmet û dewletê hişyar dikin. Li hemberî van pêkanînan êdî sebra me hatiye ber bi dawîbûnê. Di van demên dawî de ku behsa aştiya civakî tê kirin, hêzên mîlîtarîst qirqirina jinê pêk tînin û ev jî rewşek bi fikar e. Bila hukûmet demildest vî sûcê mirovahiyê bide sekinandin û di aliyê destûra bîngehîn de sererastkirinan çêbike. 

PAJK’ê, da xuyakirin ku ew ji ber tacîz û tecawizên di van demên dawî de pêk tên bi fikarin û wiha hat domandin: "Di pêvajoya şerê 35 salan de tecawiz û tacîz ji bo vîna gelê Kurd teslîm bigirin, rêbazek êşkenceyê ye. Pergala dewletê ya tecawizê bi taybetî di civaka azad de li hemberî zarok û jinan pêk tê. Hişmendiya ku dibêje, keçên Kurd li şûna biçin çiya bila 'Fuhûşê bikin' li hemberî zarokên kur di girtîgeha Pozantî û Antalyayê destdirêjî pêk anî. 

'ÊDÎ BES E'

Jinan diyarkirin ku êdî sebra wan nemaye û wiha gotin: "Wek jinên Kurd êdî sebra me nemaye. Em serî radikin. Êdî bes e. Tecawiz sûcekî li hember mirovahiyê ye, yên ku tecawizkaran diparêzin jî hevparê sûc in. Hukûmeta AKP'ê û daraz hevparên vî sûcî ne. Em li vir bang dikin; herî dawî li navçeya Mîdyad a Mêrdînê, cerdevanan N.F. ya 20 salî neçar hiştin ku întîhar bike, bi salane cerdevanî veguheriye rêxistineke sûc, pergala darazê tecawizkaran diparêze û ev polîtîka hemû bi destê AKP'ê pêk tên. Kujer diyar in. Kujer cerdevanên bi navê Velî Înan û Abdulkerîm Îşler û kesên ku wan diparêzin. Bi bûyerên rû didin derdikeve holê ku tifaqa dewlet-mêr heye. Bi dijminahiya li hember jinan û komkujiyê îktîdara xwe mezin dikin. Ji ber vê yekê em neçar in ku, bi rêxistinbûyîn û hêza xwe ya cewherî xwe biparêzin. Li Kurdistanê di şexsê zarok û jinan de sûcê mirovahiyê pêk tê. Fuhûş, tiryak, tecawiz bingeha xwe ji heman xerabiyê digirin. Tune dikin. Em dikarin li hember şîddeta kujer a mêr û dewletê, serhildana xwe bi rêxistin bikin, bi parastina cewherî bigihêjin azadiyê. Ev berpirsyarî tenê ya jinan nîn e, ya civakê ye. Tu civak qebûl nake zarokên wan rastî tecawizê bên û divê qebûl nekin jî. Em li vir careke din rayedarên dewlet û hukûmetê hişyar dikin. Sebra me nemaye. Di demeke ku behsa aştiya civakî tê kirin de, hêzên mîlîtarîst li hember jinan komkujiyê pêk tînin û ev yek fikaran zêde dike. 

Girtiyên PAJK'î bang kirin ku bila hukûmet demildest vî sûcê mirovahiyê rawestîne, di vê mijarê de qanûnan derxe û wiha hat gotin: "Divê cerdevanî ku bûye wek rêxistina sûc, ji holê bê rakirin, di saziyên perwerdehiyê de bingehên zayendparêzî, pişaftinê, ji holê bên rakirin, kesên ku pêk tînin bên darizandin û ji bo binçavkirin û şertên girtîgehan sererastkirin pêk bên. Divê sûcên tecawizê wek sûcekî giran bê hesibandin, divê kujerên N.F., Velî Înan û Abdulkerîm Îşler ji ber kujeriyê bên girtin, di serî de tecawizkarên E.A. yên Çewlikê û hemû tecawizkar bên darizandin û rastî cezayên giran bên." 

'KÎ DIBE BILA BIBE EM TACÎZ Û TECAWIZKARAN LANET DIKIN'

Girtiyên PAJK'ê ji bo bûyera destavêtinê ya Sêrtê wiha gotin: "Li Sêrtê destavêtina ku li hember her du xwîşkan pêk hat, encama feraseta ku tacîz, tecawiz, şîddet û îstîsmara zayendî ku li hember zarokan pêk tê wek pirsgirêka jinê dîtin û li hember vê xwe berpirsyar nedîtin e. Kî dibe bila bibe em tacîz û tecawizkaran lanet dikin. Berhema hevkariya mêr û dewletê ya çanda tecawizê ku bandora xwe li yên nava me kiriye û divê li hember vê çandê siyaseta demokratîk bê meşandin, ev bingeh ji holê bê rakirin û li hember vê bi her awahî hesab bê pirsîn.  Ji bo bûyerên bi heman rengî pêk neyên, divê qada siyaseta demokratîk bi berpirsyarî tevbigere û ji bo feraseta mêr a li hember jinan, bigihêje şoreşê em banga têkoşînê dikin."
Xelîl Bagok