Ozmaskan li Amedê spartin axê

Ozmaskan li Amedê spartin axê

Cenazeyê Ramazan Ozmaskan ku li Çewlikê hat înfazkirin li Amedê spartin axê. Birayê Ramazan Erdal Ozmaskan, anî ziman ku AKP wê di nava polîtîkayên qirêj de bifetise.

Cenazeyê Ramazan Ozmaskan ê 22 salî ku piştî li Çewlîkê 2 polîs hatin kuştin û li Pira Gencê di maşîneyê de li gel 3 hevalên xwe hat înfazkirin li Amedê spartin axê. Ozmaskan ê ji Wêranşarê ku di 9'ê Cotmehê de hat înfazkirin piştî Saziya Tipa Edlî ya Xerpêtê hat wergirtin anîn Amedê. Girseya DBP'ê ku cenaze wergirt li Erxeniyê bi dirûşmayên, "Şehîd namirin" pêşwazî kir û şandin Amedê. Karwanê piştre cenazeyê Ozmaskan anîn Goristana Yenişehirê. Li vir jî rêveberên DBP'ê Dayikên Aştiyê û bi sedan kesan cenaze pêşwazî kir. Darbesta Ozmaskan bi ala PKK'ê hat pêçan û girsê darbest li ser milan heta gorê birin. Cenazeyê Ozmaskan bi silogana "Şehîd namirin" hat definkirin. Cenazeyê Ozmaskan tevî ala PKK'ê hat definkirin. Destpêkê dayika Ozmaskan Sureyya Ozmaskan ax avêt ser cenazeyê kurê xwe. Piştî cenaze spartin axê Hevseroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, diyar kir ku dewletê înfazên di salên 90'an de dikir îro qebûl dike û wê rojekê înfazên li Çewlikê jî qebûl bike.

Bira Erdal Ozmaskan jî anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiye AKP li ser gelê Kurd lîstikên qirêj dimeşine û AKP dê di nava van lîstikan de bifetise û biçe.

Piştî merasîmê girse meşiya Malasersaxiyê ya Dêrikiyan.