Oldaran bikaranîna ciwanan a bi navê ‘cîhadê’ şermezar kirin
Oldaran bikaranîna ciwanan a bi navê ‘cîhadê’ şermezar kirin
Oldaran bikaranîna ciwanan a bi navê ‘cîhadê’ şermezar kirin
Oldarên Kurd ên Başûrê Kurdistanê kiryarên hin komên li Başûrê Kurdistanê ku bi navê "cîhadê" ciwanan bi rêxistin dikin û ji bo şerê li hember Kurdan bikin wan rê dikin Rojavayê Kurdistanê, şermezar kirin.
Oldar, meleyên mizgeftan, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina kiryarên hin komên li Başûrê Kurdistanê ku bi navê "cîhadê" ciwanan birêxistin dikin û ji bo şerê li hember Kurdan bikin wan rê dikin Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Silêmaniyê semînerek li dar xistin.
Nûnerê Partiya Çareseriya Demokratîk (PÇDK) Mihemed Ebdulah di semînerê de axivî û bal kişand ser rola dîrokî ya gelê Kurd di pêşketina civaka Îslamî de. Ebdulah diyar kir ku, hin alî bi navê Îslamê xwîn, mal û namûsa Kurdan helal dikin.
Şêx Ebdulkerîm Şarbacêrî jî axivî û diyar kir ku, ciwanên Kurd bi navê Îslamê ji bo şerê li dijî gelê Rojava tên bikaranîn, Şêx Şarbacêrî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Cîhada rastî pêwîst e li dijî dijminên gelê Kurd pêk were, tişta ku, hin ciwanên Kurd dikin ne cîhad e, em bi her awayî alîgirê şoreşa azadiyê ya gelê Rojava ne."
Dr. Fayiq Gulpî jî bal kişand ser fetweyên hin alî û kesan ên li dijî gelê Rojava û got: "Fetweyên bi navê Îslamê li dijî gelê Rojava, biryarên Enfalê yên rejîma Saddam ên li dijî Kurdên Başûrê Kurdistanê tînin bîra me."
Oldarên Kurd jî kiryarên hukûmeta herêmê, astengkirina derbasbûna ambulans û alîkariyên mirovahî û girtina deriyê sînor jî şermezar kirin.
Di semînerê de ji bo şopandina rewşa Rojavayê Kurdistanê komîteyek hate avakirin û ji bo berdewamkirina xebatan çend xal hatin destnîşankirin:
1- Derbarê kiryarên hin komên ku bi navê "cîhadê" ciwanan rê dikin Rojavayê Kurdistanê de konferanseke giştî ya oldarên Îslamê were lidarxistin.
2- Di Xutbeyên roja Înê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bînin rojevê.
3- Li Mizgeftan ji bo Rojavayê Kurdistanê sindoqên alîkariyê bêne danîn.
4- Derbarê kes û aliyên ku, ciwanan bi navê "cîhadê" rê dikin Rojavayê Kurdistanê lêkolîn bê destpêkirin.
5- Deriyên sînor ên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bêne vekirin û têkiliyên bazirganî û çandiniyê bêne pêşxistin.