Ok rexne kir: Ji Rojava re alîkariyek têrker nayê dayîn

Ok rexne kir: Ji Rojava re alîkariyek têrker nayê dayîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok rexne kir ku Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê, alîkariyeke têrker nadin Rojavayê Kurdistanê. Ok got, "Divê Kurdên li hemû parçeyên welêt rexne li xwe bikin ku alîkariyeke têrker nadin gelê Rojava."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok ku ji bo amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd li Hewlêrê danûstandinan dike, pevçûnên navbera YPG û komên ser bi El Qaîdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê, ji DÎHA'yê re nirxand.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Ok helwesta civaka navnetewî û Tirkiyê rexne kir û diyar kir ku zilm û bêedaletiyeke mezin li Kurdan tê kirin.

Ok anî ziman, tevî ku gelê Kurd di tevahiya dîrokê de êş, sirgun, komkujî û neheqiyên mezin jiyane jî, ti dewlet û ti kes ranebûne ne gotine "divê ewçend êş bi vî gelî re neyê kişandin" û destnîşan kir ku ew helwesta Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ku êrîşên li dijî gelê Kurd li Rojava şermezar kir, watedar û girîng dibînin.

HELWESTA TIRKIYÊ XETER E

Ok da xuyakirin ku gelê Kurd ê li Rojava siyaseteke baş meşandine û di encama vê siyasetê de encameke dîrokî ya girîng bi dest xistiye û diyar kir ku ji Artêşa Azad heta Eniya El Nûsra û Tirkiyê hin hêz xwe li van deskevtiyên Kurdan ranagirin.

Ok ragihand ku Tirkiye ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li ku devera cîhanê deskevtiyeke Kurdan hebe li hemberî wê helwestê nîşan dide û dixwaze tine bike û got, "Kurd li nava axa Sûriyê bi sedan salan, bi hezaran salan bi ked û têkoşîna xwe re bêyî li mirovên din neheqiyê bike, dixwaze mafên xwe yên derengmayî bijîn û têkoşîna vê didin. Eger hurmeta wan ji mafdarî, edalet, mafên mirovan û mafên netewî hebe, divê ji ber vê rewşê kêfxweş bin. Eger kêfxweş nabe, hingî dijminahiyê neke, êrîş neke. Bêguman dewleta Tirk di vê de polîtîkayeke neyînî dimeşîne. Polîtîkayeke dijminane dimeşîne. Her kes, dinya û alem dizane; hêzan vedikişîne nava xwe li Wêranşar û Serêkaniya Serxetê perwerde dikin, bi çek dikin û diajon ser Kurdan. Ev helwesteke xetere ye. Ev nakokî û pevçûn, bixwazî nexwazî di demeke ku Kongreya Netewî ya Kurd di rojevê de ye de, wê bi Rojava re sînorkirî nemîne. Wê li her devera Kurd lê dijîn belav bibe. Lewma divê herkes hurmetê nîşanî vîn, mejî û hêza gelê Kurd bide. Helwestên, "Parçeyê biçûk ê Kurdistanê ye, ezê bieciqînim, bifetisînim" êdî bê wate bûne."

AMBARGO

Ok ambargo û girtina deriyê sînor li rûyê gelê Rojava nirxand û got, "Aliyê Tirk derî ji aliyekî ve girtiye, mûxalefetê ji aliyê din ve. Ji aliyê din ve jî Başûrê Kurdistanê derî girtiye. Her hal em kongreyeke netewî lidar dixin. Divê em van hemûyan binirxînin. Di pêvajoyeke ku Kongreya Netewî di rojevê de ye de, girtina deriyan gelo çiqasî rast e, çiqasî netewî ye, çiqasî li gorî berjewendiyên gel e? Ez di wê baweriyê de me ku ev helwest ne rast e."

JI GELÊ ROJAVA RE PIŞTGIRIYEK TÊRKER NAYÊ DAYÎN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, her tim deriYê xwe li kom û partiyên din ên Kurdan vekiriye û xizmet ji wan re kiriye. Ok got, "Di rewşa heyî de, em nikarin bêjin ku gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ji bo parastin û ewlekirina têkoşîna azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê wezîfeya dikeve ser milê xwe bi temamî bicih aniye. Alîkariya heta niha hatiye dayîn têrker nîne. Ne rast e ku em bêjin heta niha tiştek nehatiye kirin. Lê belê derfet gelek bûn, dikarîbûn heta niha alîkariyeke zêdetir bidin. Ev kêmasiyeke gelekî mezin e. Divê beriya her tiştî heman hest werin parvekirin."

Ok ji tevahiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat xwest, ku di mijara alîkariya gelê Rojava de rexnedayîna xwe bikin. Ok da xuyakirin ku li ku derê dibe bila bile, divê gelê Kurd rojeva gelê Rojava bike rojeva xwe ya rojane û her kes bi giyana seferberiya netewî hemû derfetên xwe ji bo Rojava bikar bînin.

Ok got, "Li rûyê wan hemû derî hatine girtin. Dixwazin gelê me bifetisînin, birçî, xizan bihêlin yan jî serî li ber hin hêzên ne ji xwe bitewînin. Ji ber vê yekê, berxwedana gelê me yê Rojava girîng e. Qet serê xwe natewîne û têkoşîneke bi rûmet dimeşîne. Ji ber vê yekê, divê gelê me yê li hemû parçeyan bi giyana seferberiyê, derfetên xwe du qat zêde bikin û hêz û piştgiriyê vê seka bi rûmet."