Ok: Pêwistiya Rojava êdî bi rêveberiyekê heye

Ok: Pêwistiya Rojava êdî bi rêveberiyekê heye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û destnîşan kir ku di roja îro de pêwistiya Rojava bi rêveberiyekê heye. Ok da xuyakirin ku berxwedana gelê Kurd a li Rojava, berxwedana Filistînê li dû xwe hiştiye û bang li gelê Kurd kir ku bi vê têgihiştinê li dora Rojava bicivin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, êrîşên komên çete yên di bin navê Îslamiyetê de li Rojava dikin, dîplomasiya PYD'ê ya li qada navnetewî, girtina deriyên sînor û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand.

Komên çete piştgiriyê ji kîjan hêzan digirin û armanca van hêzan çiye?

Esas mirov li dîroka Kurd binêre, ev zihniyet û taktîkek dagirkeriyê ye. Di dîrokê de tim xwestine ku şer li ser axa Kurdistanê bimeşînin. Îro li Rojavayê Kurdistanê jî şer zedeyî li ser axa Kurdan te meşandin. Sedema wê çi ye bê guman dagirkerî û hêzên navnetewî piranî û gelek rexistinên ku girêdana wan bi dewletan re heye naxwazin gelê Kurd azad bibe û mîna gelên din bibe xwedî statu. Dîsa dixwazin şer li ser axa Kurdistanê bimeşînin. Tevahiya xetereyên şer gelê Kurd bijî. Ev weke taktîkekê tê meşandin. Yê ku naxwazin Kurd xwedî îrade bin xwedî statu bin, gelek in. Destpekê ji Tirkan bigrin dewletên herêmê piranî mirov dikare bêje dîsa pir rêxistinên ku navên wan têne zanin wekî mînak Eniya El Nusra dîsa artêşa Azad û gelek rexistinên girêdayî wan naxwazin Kurd bibin xwedî îrade, ji ber vê êrîş dikin. Lewma şer li ser axa Kurdistanê gur dikin. 

'TI PÊWENDIYA VÎ ŞERÎ BI ÎSLAMÊ RE NÎNE'

Di şerê li dijî Kurdan de rêbazek nû tê bikaranîn, rexistinên Îslama radîkal têne bikaranînan, ev tiştek nû ye? Gelo dewletên dagirker bi rêya rêxistinên radîkal bi awayekî veşartî şerê Kurdan dikin?

Li Rojhilata Navîn bingehê şerekî olî heye. Ev jî marîfeta modernîteya kapîtalîst a esas e. Wekî dewletên li herêmê hatine avakirin. Li ser vê zihniyetê û netew dewlet hatine avakirin. Li herêmê her kes bûye dijminê herkesî. Dijminê meshebî olî netewî yanî mirov dikare bêje hemû nakokiyên li Rojhilata Navîn têne jiyîn. Esas di cewherê ol de şer û neheqî tineye. Ne tenê ola Îslamê, hemû ol bi vê xwesteke hatine. Lê yên ku ve yeke ji bo xwe bikar tînin hene. Îro em meyze dikin li Rojhilata Navîn şerekî mezhebî jî heye. Wekî mînak şerê Sunne û Şîa. Rojane bi sedan kes têne kuştin. Wekî mînak li Iraqê her roj bi sedan kes têne kuştin. Yê tehlûke çiye ev komkujî li ser navê ol tê kirin. Vê carê El Qaide û Eniya El Nasir bi kîjan armancê şerê Kurdan dikin. Ev siyaset bi zanebûn û veşartî tê meşandin. Tu eleqeya vî şerî bi ola Îslamê re ji nîne. Ev bi tevahî çete ne û bi armanceke şerê Kurdan dikin. Lazime tevahiya gelê me li dijî vî şerê qirej di nav yekitiyeke de bin û parastina hev bikin. Divê oldarên Kurd rastiya Îslame baş bînin ziman û gel hişyar bikin. 

Eniya El Nusra li dijî gelê Kurd fetwa da. Divê oldarên Kurd xwe çawa birexistin bikin ku li hemberî şerê olî û mezhebî gel agahdar bikin?

Di dîrokê de jî fetwa hatine dayin, mînakên vê yekê hene. Di rastiyê de fetwa li dijî çi tê dayin. Gelê Kurd di bin zilmê de ye û li ti gelî zilm nekiriye. Gelê Kurd axa kesî dagir nekiriye û nasnameya ti kesî înkar nekiriye. Gelê Kurd gelekî mazlûm e û dixwaze mîna gelên din li welatê xwe xwe birêve bibe û bi awayeki azad bijî. Ve carê bi kîjan armance fetwa tê dayin. Ti eleqeya wan bi ol û dîn re nîne. Hin hêzên herêmê heta mirov dikare bêje yên navnetewî jî van çeteyan bikar tînin. Dixwazin gelan bi hev biwestinin bifetisinin ê be taqet bihêlin. Ewê jî sîstema xwe bi vî awayî bidin avakirin. Yên şer dikin yen nezanin, lê yên wan bikar tînin û fermandariyê ji wan re dikin, ew hez û fermandarî kîne? Ew rexistinek veşartî û pir xetere ne. Sedî sed eleqeya wan bi ol re nîne. Bila fetwa li diji hêzen êrîşî Kurdan dikin bidin.

'TI CIHÊ CIWANÊN KURD DI NAVA EL QAÎDE TINEYE'
 
Di nava van rêxistinan de Kurd jî cih digrin, bi kîjan armancê Kurd tevlî van rêxistinên çete dibin?

Çima oldarên Kurd mele û şêxên Kurd li dijî zihniyeta bikaranîna ola Îslamê dengê xwe bilind nakin, mijara rexneyê ye. Pêwîste her Kurd dostên Kurdan û bi taybeti jî kesên ku di vê mijarê de xwedî rol û misyonin divê li hemberî vê rewşê birecifin û bifikirin. Lazime nerazibûna xwe karibin nişan bidin û qirejiya wan eşkere û rûreş bikin. Divê her kes bizanibe ka ev hêzana xizmeta kê dikin. Xuya dike ku kêmasiyek heye. Di nava van rexistinên ku li Rojava li diji Kurdan şer dikin de Kurd ji hene di rojên dawî navên van kesan di medyayê de ji hatin eşkere kirin. Hin ji wan jî ji bajarê Sileymaniyê bûn. Eger hez û zanebûna van ciwanan hebe bila ji bo azadiya gelê xwe bikar binin. Çi eleqeya ciwanen Kurd heye di nav rexistina El Qaideye de cih digrin û şer dikin. Li vir xapandinek heye. Ji aliyê ola ve hinek tiştan ji wan re dibejin, dibe ku hinek derfet jî dide wan. Hejmara wan kêm e lê yek kes jî hebe xetere ye. 

'JI BO BERJEWENDIYÊN PYD DIKARE BI HERKESÎ RE DÎPLOMASIYÊ BIKE'

Endamê Desteya Bilind a Kurd û Hevseroke PYD Salih Muslum çû Tirkiye. Weke tevgera azadiyê hûn vê serdanê çawa dinirxînin?

PYD partiyek gel e û legal e. Li Rojavayê Kurdistanê jî xwedî hêz e. Ji sedî heftêyî gel piştgiriya PYD dike. Li wê derê gelê me dixwaze sîstema xwe bide rûniştandin û diplomasiya xwe peş bixe.  Salih Muslum jî di vê çarçoveyê de ji bo parastina berjewendiyên gelê Kurd çû Tirkiyê. Hikûmeta AKP'ê vexwendin û Muslum jî çû. Hevdîtinek pir normal e PYD dikare ne tenê bi Tirkiye re dikare bi tevahiya welatên herêmê re bide û bistîne. PYD dikare diplomasiyê bimeşine, pirsgireka Kurd ji her kesî re vebêje û piştevaniyê bixwaze.

Gelo Tirkiye cidî nêzî Kurdên li Rojava dibe yan jî ji ber rewşa herêmê polîtîkayeek berjewendîparêz dimeşîne?

Ji aliyê Tirkiyê ve divê em du mijaran tevlîhev nekin. Gelê Tirkiyê û dewleta Tirk. Li gor baweriya me tu pirsgirêkên gelên li Tirkiye bi gelê Kurd re nîne. Lê ji dirokê ve dagirkeriyek jî heye. Mirov li dîroka wan meyze dike rastiya gelê Kurd qebûlkirin, nasnameya gelê Kurd qebûlkirin ev nayê dîtin. Ji vê rastiyê dûr in. Dema rewşa heyî baş dinirxînin, dibînin ku berjewendiyên wan bi gelê Kurd re ye. Bi deh salane înkarkirinek heye. Zû bi zû ji vê rastiyê qut nabin. Ji ber vê dema mirov li tevgera AKP'ê ya pêvajoyê dinêre, ti heyecan nagire ku baş nêzi Rojava jî bibe. Li Tirkiyê her kes li bendê ye ku AKP gavan biavêje lê gavan navêje. Ji ber van sedeman xwestina biratiyê bi gelê Kurd re paradoksek e. Bê guman wê hesabên wan hebin. Herêm dikele rastiya PYD û Rojava pir pir giring e. Kurd li Rojava hêzek in û AKP belkî naxwaze ve rastiyê wenda bike. 

'GIRTINA DERIYÊ SÊMALKA JI BO GELÊ KURD ŞERMEK E'

Deriyê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojava çima hînê girtiye. Hêzên Başûr di vê mijarê de xwedî nêrîneke çawa ye?

Ev rewş ji bo gelê Kurd şermeke. Bi taybet dewleta Tirk û El Qaîde dixwazin gelê me yê li Rojava bifetisînin. Hemûyan derî li ser Kurdan girtine. Heta devereke mirov wateyê jî dide. Baş e çima Kurd li ser birayên xwe derî digrin? Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çima derî digre? Bi rastî mirov ti wateyê nadin û şaş dibe. Li Rojava di navbera hin partiyên Kurd de qasî tê xwestin yekitî û îradeya tam çêne bûye. Tê ditin ku ew kesen derî girtine dixwazin bi girtina derî li ser PYD'ê zextê bikin.  Bi vê zextê PYD neçar bikin ku bînin astekê. Halbûkî îro li wê derê pêwistiya gelê me bi bazirganî û gelek tiştên din heye. Gel di nav şer de ye û pediviya wê bi her tiştî heye. Ne tenê vekirina derî diviyabû piştgiriya bi her awayî bihata dayîn. Gelê me vê rewşê dibîne û nerazîbûna xwe nîşan dide.  Di serî de hikûmeta Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî PDK pêwîste di demek nêzîk de ji vê biryara xwe ya şaş vegere. 

'PÊWISTIYA ROJAVA NIHA BI RÊVEBERIYEKÊ HEYE'

Kurd dixwazin ji bo Rojavayê Kurdistanê rêveberiyeke çawa ava bikin?

Li Rojavayê Kurdistanê heta niha gelek tişt hatin ceribandin. Çawa tevahiya partiyên Kurd werin gel hev û vînekê derxînin holê. Ev tam encam negirt. Desteya Bilind a Kurd hate avakirin. Du meclîs hene. Wekî Meclisa Gel û Meclîsa Niştimanî. Meclîsa Gel xwe birexistin kiriye. Wisa tê ditin. Gel jê razî ye û karê xwe dimeşîne. Belki pirsgirêkên wan hebin lê bi xwe bawerin û karê xwe dikin. Meclîsa Niştimanî tim di nava wan de pirsgirek hene û li hev nakin. Navê Desteya Bilind heye, lê wekî tê xwestin ne xwedî rol û xebat e. Di vir de kêmasiyek heye. Niha lêgerin û şîroveyek nû heye. Wek em dizanin PYD sitratejiyek demê diyar kiriye. Ve stratejiya xwe bi tevahiya partiyên Rojava re parve dike û nîqaş dike. Du salin gele me yê li Rojava fiili azad e û gelekî di nav şer de ye. Pirsgirêkên civakî û rojane hene. Lazim e reveberiyek vê civake heye. PYD niqaş dike û li gor nêrîna me jî di demeke maqûl de divê partiyên Rojava li hev bikin û rêveberiya Rojava îlan bikin û eşkere bikin. Hinek dibêjûn zûye û nerazîbûn nîşan didin. Pir normal e ku ji vê demê û şûnde gelê me xwe birêve bibe. Piştî ku reveberiya herêmê hate îlankirin, piştî çend mehan divê hilbijartin jî werin lidarxistin. Lazim e ev hilbijartin demokratik pêk bên.

'XETA SÊYEMÎN NE UTOPÎK, LÊ OPTÎMAL E'

Rêveberiya li Rojava wê bandorek çawa li herêmê bike?

Di paradigmaya Rêbertiya me de konfederalizma demokratîk heye. Yek jî em dibêjin xeta sêyemîn. Yên derveyî me vê yekê weke utopîk dibînin.  Bi taybet di du salen dawî de ev piştrast bû ku ev paradigm ne utopîk e tiştekî optîmal e. Mirov dikare di nav de bijî. Hem Kurdistan û hem jî Suriye deverên stratejîk in. Ji ber vê her kes li ser dicirife. Êrîşên li ser Rojava ne bê sedem in. Eger li Rojava statuyek bê avakirin û ev peş bikeve evê bandorê li ser Bakur û tevahiya Kurdistanê bike. Evê bandore li ser gelên li heremê jî bike. Gelên Ermenî Asurî û Tirkmen û Ereb wê bibînin ku sîstemek bi hevre jiyan heye. Hemû gel bawerî û çand wê karibin bi hev re bijîn. Serkeftina li Rojava ji bo tevahiya gelê Kurd giring e. Baweriya gel serketin e û ji encamê jî diyar dibe ku ev stratejî rast û di cih de ye.

Kurd çiqas di zanebûna giringiya vê şoreşê de ne, piştevaniya pêwist dikin?

Qasî tê xwestin nayê kirin. Ne ku bizanebûn nakin. Xwe rexistin nekirin gor rojeva xwe kifşkirin. Kîjan pêwîste çawa be kirin kêmasî hinek di vir de ye. Li bakur pêvajoyek têr û tije heye le dîsa jî divê hin tişt di rojevê de cih bigrin. Rojava nuqteyek stratejik e. Lazim e gele mê her tim û wextê xwedî lê derkeve. Li başûrê Kurdistanê jî  bi giştî em gel dibînin û dizanin bi germahi nêz dibin. Li vir jî rastiya gel û rexistinan hinek cûda ye. Gel ji dil û can xwedî li Rojava derdikeve û dişopîne lê hesabên rêxistinan hinek cûda ne. Li vir jî heman kemasî heye. 

'BERXWEDANA ROJAVA, FÎLÎSTÎN LI DÛ XWE HIŞTIYE'

Di daxuyaniyên tevgera azadiyê de gotina Rojava Filistina Kurdan e hatibû gotin ev tê çi wateyê?

Navekî Fîlîstînê heye navê berxwedanê. Zarok pîr û kal çi ji destê kê tê dikin. Her kes bi şewazekî di nav berxwedanê de ye. Bi salane ev wisa dewam dike. Mirov ji bo Rojava jî dikare vê mînakê bide. Li vê derê berxwedaneke giştî lazim e. Tişta li Rojava, Fîlîstîn jî derbas kiriye. Çima? Îro 22 welatên Ereban hene. Bi her awayî piştgiriya hev dikin. Lê kes pişta Kurdan nagre. Em li hemberî têkoşîna gelê Filistine rêz digrin, têkoşîan gelê Kurd îro li Rojava di şer tû mercên zehmet de dide, ji ya Fîlîstînê derbas kiriye. Divê gelê jî bi zanebûna vê rastiyê tevbigere û li şoreşa xwe xwedî derkeve.