Ok: Kongre wê ji parçebûna Kurdistanê re bibe bersiv
Ok: Kongre wê ji parçebûna Kurdistanê re bibe bersiv
Ok: Kongre wê ji parçebûna Kurdistanê re bibe bersiv
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku yekitiya gelê Kurd a bi kongreya netewî re derkeve holê, wê ji parçebûna Kurdistanê re bibe bersiva herî mezin û got, "Gelê Kurd di rih û mejî de bûye yek. Lazime di kongreyê de jî berjewendiyên netewî derkevin pêş. Ya girîng, naverok, nasname û siberoja kongreyê ye."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku hesasiyetên berê yên hêz û partiyên Kurd kêm bûne, lewma derfeta kongreya netewî derketine holê û got, "Hatiye dîtin ku êdî ti hêz bi tena serê xwe nikare bersivê bide daxwazên gelê Kurd. Pêwistî bi yekitiyê hatiye dîtin."
Ok bal kişand ser girîngiya pêşeroja Kongreya Netewî û ji bo vê yekê jî mînakên Konseya Ewropayê bibîr xist û destnîşan kir ku eger yekitiyeke netewî bê afirandin, wê ji parçebûna Kurdistanê re bibe bersiv.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok amadekarî, naverok û siberoja Kongreya Netewî ya Kurd ku tê payîn di hefteyên pêş de bê lidarxistin, ji ANF'ê re nirxand.
Kongreya Netewî ya Kurd kengî tê lidarxistin? Komîteya Amadekar a Kongreyê di civînên xwe de kîjan mijar nîqaş kir?
Ez dizanim serokatiya me ji sala 1981’an û vir de li ser yekitiya kurdan radiwestiya. Pir proje, hevdîtin, pespektif û niqaş pêş xistin. Me jî bi saziyên din re pir hevdîtin pêk anîn . Lê me kir nekir bi ser neket. Hin caran bê sedem hincet hatin nîşandan. Lê nebû. Bi taybet çend meh berî niha serokatiya me 4 konferans pêşniyar kirin. Yek li Enqere, yek li Bakur, yek li Ewropa û yek jî ya neteweyî pêşniyar kir. Konferansên Enqere, Bakur, Ewropa pêk hatin, her 3 konferans pêk hatin û serketî pêk hat. Encamên girîng bi dest xistin. Konferansa Neteweyî jî muhîm bû. Niha jî ji bo konferansa Neteweyî bi hemû partiyan re hevdîtn hat kirin. Me dît ku reaksiyonên erênî hene. Bi vê rewşê re em hîn bêtir li ser sekinîn. Piştî ve yekê hema me dest bi komîteya ku vê civînê kom bikin kir. Ji bo vê civînê 2 hevalên me, 2 hevalên yekitî û PDK’ê wekî 6 kes bi hevre xebitîn. Cih û kesên civînê pêk bîne diyar kirin. Piştî xebata 6 kesan wekî tê zanîn di 22’e Tîrmehê de li Bajarê Selehadînê ev civîn pêk hat. Ev civîn serketî û baş bû. Ji xwe roja vê civînê yek roj bû. Armanca vê civînê jî avakirina komîteya amadekar bû. Pişti civînê biryar hat girtin ku komîteya amadekar ji 21 kesan bê avakirin. Kota hat diyarkirin. Ji 4 perçeyên Kurdistanê û ji derve dê çend kes beşdar bibin hat diyarkirin. Komîteya amadekar ji bo hêjmara delegesyon û navê wan diyar bike, cih û roja kongreyê diyar bike hat avakirin. Ji çend parçeyan û dê çend kes beşdar bibin dê diyar bike. Krîterên delegasyonan dê çibe. Şertên derveyî welat dê çi be dê diyar bike. Komiteya Amadekar dest bi karê xwe yên amadekariya kongreyê kir. Lê hin pirsgirêk derketin. Di warê tevlêbûnê de hin rêxistinan nerazîbûn anînin ziman. Gotin ji falan partî û rêxistinê jî di komîsyonê de cih bigire de baş bibe. Lê wekî tê zanîn ku li 4 perçeyên Kurdistanê nêzî 100 hizb û rêxistin hene. Her ku ji hemû hizban tev li komîteya amadekar bibe wekî 100 kesan komîteya amadekar nabe. Ne pêkan e. Ji bo baş û pratîk kar bê meşandin hêjmarek maqûl pêwist bû. Me ji bo vê yekê bi hin partiyên din û rêxistinên din niqaş pêş xistin. Em bawer dikin ku dê ber bi çareserî û encamê de biçe.
'HAT DÎTIN KU ÊDÎ TI HÊZ BI TENA SERÊ XWE NIKARE BERSIVÊ BIDE DAXWAZÊN GEL'
Çi bû sedem ku rê li ber guhertinên herêmê vekir. Sedema ku em aniha li ser kongreyê nîqaş dikin çine. Guhertinên li Kurdistanê û herêmê çibûn.. Geşedan çi bûn ku niha hemû hizb û partiyên Kurdistanê dikarin bi rehetî bên gel hev û ji bo yekîtiyê kongreyê li dar bixin?
Ne bi rehetî ev pêk hat. Pir ked û pir niqaş pêk hatin. Lê em pir kêfxweşin ku niha ev civîn pêk hat. Rast e li herêmê û cihanê pir geşedan tên jiyîn. Li 4 perçeyên kurdistanê gelek geşedan tên jiyîn. Em bawerin gelek hizb van geşedanan dibînin û dinirxînin. Bi taybet hereketa me li 4 perçeyên Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê vê rewşê dinirxîne. Em bi taybetî li ser kongreya neteweyî rawestiyan û me niqaş kir. Serokatiya me bi taybetî li ser rawestiya. Li 4 perçeyên Kurdistanê guhertinek heye. Minak îro li Rojavayê Kurdistanê gelê me di nava şerekî de ye. Gelê me ji sedî 100 her kes ne PKK’î ye. Partiyên din jî hene. Hêza wan kêm an jî zêde partiyên din jî hene. Mînak îro mirov dikare bêje hemû pirsgirêk hatine çareserkirin? Na. Tê zanîn ku hemû pirsgirêk çareser nebûne. Di aliyê siyasî civakî, çandî û aborî de hemû pirsgirêk çareser nebûne. Ne tenê pirsgirêkên navxweyî. Mesele bi hikûmeta Iraqê re jî pirsgirêk hene. An jî wekî tê zanîn ji sedî 42 Axa Kurdistanê hêj neketiye bin bandora Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ew herêm ne azad e. Dibêjin pirsgirkên wan jî hene. Em li bakurê Kurdistanê dinêrin. Dîsa di sedsala 21’emîn de gelê me bê nasname û azad nikare bijî. Gel ji bo vê yekê di nava têkoşînê de ye. Dema mirov tevahiya Kurdistanê dide ber çavan pêwistiyek derdikeve holê. Pewistiya yekîtiya kurd derdikeve holê. Gelê kurd jî êdî dixwaze wekî hemû gelê cîhanê yekîtiya xwe ava bike û azadiya xwe bi dest bixin. Êdî her kes vê pêwistiyê û rastiyê dibînin. Êdî baş tê zanîn ku ti partî û hizb bi tena serê xwe nikarin yekîtiya kurdan ava bikin û nikarin bibin bersîva daxwaza gelê kurd. Nikarin nakokiyan çareser bikin. Nikarin bi tena serê xwe li dijî êrîş û neheqiyên derva jî bibin bersiv. Hemû kesan ev rastî dît û zeminek baş çêbû. Ger ku zemîn hebûya dê salek berî vê an zutir çêbûbûya. Lê niha zemîn û dema wê hatiye û ev dem jî niha ye. Ya din jî kongre li ser berjewendî û daxwazên kom, hizb, kes û rêxistina hemû beşan e. Ji bo vê yekê ji divê berjewendiyên rêxistin, ol, bawerî û hemû civakên ku li ser Axa Kurdistanê dijîn girîng e. Wekî gelê kurd divê mafê wan û azadiya wan bê ziman û nirxên wan bê parastin. Divê ew jî li ser axa Kurdistanê bê tirs u azad bijîn. Nasname û çanda xwe bijîn. Dema em van yekan hemûyan tînin cem hev êdî ev pêdivî derdikeve holê. Dema em li bendewariyên gelê Kurd û civakên din mêze dike ev kongre ji bo gelê kurd wekî xewnek dîrokî ye. Gelê kurd her tim ev kongre xwestiye. Gelê kurd her tim ji bo vê yekê daxwazên xwe tîne ziman. Ji bo vê yekê bihgehek ava bû û çêbû. Li ser vî esasî gav tê avêtin.
'YA GIRÎNG PÊŞEROJA KONGREYÊ YE'
Dema kongre bê lidarxistin gelo dê hemû hizb, kom û kesayetÎ beşdar bibin. Wekî tevgera azadiyê dê perspektîfa we ji bo kongreyê çi be. Dê di kongreyê de çi bê nîqaşkirin. Dê mijarên sereke yên kongreyê çi bin gelo?
Ez dikarim bi hesanî bêjim wekî tevgera me û perspektifên Serok Apo em ti carî teng nêzîk nabin. Bi rastî em li gorî hejmaran tevlî Kongreya Neteweyî nabin. Ji ber ku kongre li ser van hemû tiştan e. Ji kijan partiyê dê çend kes tevlê bibe. An jî dê kîjan partî tevlê bibe em van hesaban, biçûk dibînin. Perspektîfa me ya sereke serketina maf û berjewendiyên gelê Kurd e. Em naxwazin careke din şikandinek pêk bê. Em dixwazin rola xwe ya dirokî rast û baş bilîzin. Em dixwazin bibin bersiva daxwazên gelê kurd û em ji xwe bawerin. Ji bo vê yekê jî bê guman dê rojeva kongreyê hebe. Kongre dê çawa xwe bi rêxistin bike. Em bêjin kongre pêk hat û her tişt xelas bû nabe. Lazime piştî kongre pêk hat her tişt ji nûve bê pilankirin. Proje û plana wê hebe. Lazim e li gorî daxwazên pêvajoyê xwe bi rêxistin bike. Dê navê vê rêxistinê çibe? Dê meclis be, komîsyon be, konsey be dê çi be? Em niha nizanin. Lê pêwiste ku bi şêwazekî xwe bi rêxistin bike. Mijara kongreyê dê li vir bê niqaşkirin. Tiştê maqûl dê li vir rê birêxistinkirin. Ya duyemîn jî hinek komîsyon pêwistin. Mesela komîsyona ewlekarî, komîsyona hiqûqî, komisyona jinê, yanî pir komîsyon 8-9-10 komisyon de bê avakirin. Li gori pêdiviyan. Ez bawerim kongre dê li ser van mijaran raweste. An jî Komîteya Amadekar dê van komîsyonan jî diyar bike. Dê naveroka wê û çarçoveya wê diyar bike û pêşkêşî kongreyê bike. Ya herî muhim jî dê rêveberiya kongreyê çawa bibe. Di vê mijarê de pir pirs ji me re tên. Piştî kongre pêk bê dê Serokê Kongreyê kî be. Ev pir tê nîqaşkirin. Wê çawa bibe. Ev tê meraqkirin. Ev normal e. Gel û hizb dixwazin kongreyekê ava bikin. Lê dê çawa be. pêwiste ev mijar jî di kongreyê de bê niqaşkirin. Ger ku ti ji me bipirse hin fikrên me hene. Yên Fîlîstin navê konseyê lê kiribûn. Wekî hûn dizanin yê Ewropa jî konsey heye. Wekî Konseya Yekitiya Ewropayê. Di mînaka yekîtiya Ewropayê de Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê dor bi dor e. Her ji 6 mehan carekê dewletek serokatiyê dike. Heza wan û nifûsa wan tê zanîn. Wekî şekîl mirov dikare mînaka Yekitiya Ereban jî bide. Lê cewher nabe. Mirov ji bo me jî bêyî hesabê hizbên biçûk û mezin bike dem bi dem serokatiya kongreyê bê guhertin bide. Demokratîk û wekhev nêzîk bibe. Yek bibe seroke kongreyê, 6 mehên din yeka din bibe serokê kongreyê. Dem bi dem dor bi dor ev bizîvire. Cara yekem piştî kongre pêk hat bi hilbijartinê jî dibe. Bi kijandina kuraye jî dibe. Ev ji bo me tiştekî biçûk e. Ya muhim kongre û naveroka wê bi xwe ye. Ya girîng perspektifê bide gel û xizmeta gel bike ye. Perspektifekê siyasetekê û diplomasiyekê ava bike Naverok û cewherê kongreyê muhîm e. Naverok û nasnameya kongreyê muhîm e. Yê din serokê kongreyê ji 6 çeh carekê an jî çend meh carekê bê guhertin mirov divê vê yekê zêde neke pirsgirêk. Ez bawerim di vê çarçoveyê de niqaş heye. Disa komîteya amadekar li ser vê çarçoveyê amadekaiyên wan hene. Em bawerin kongreyek demokratîk dê çe bibe û piraniya îdareyê pêwistiyek çawa dibîne dê li gorî wê yekê biryar dê bên girtin. Divê tu kes bi taybet nebêje ev kongre ya min e û min pêk anî. Ev ne rast e. Kongreya gelê kurd e û divê xizmeta daxwazên gelê kurd û nasnameya gele kurd bike. Kongreya neteweyî ye. Dibe ku keda hin kesan betir be. Keda hin kesan hindik be. Lê ya giring encam girtina kongreyê ye. Kê çiqas kes dabe muhîm û piroz e. Divê di vî mili de reqabet çênebe. Ger ku reqabet hebe jî divê li ser naveroka kongre û tijekirina cewherê kongreyê be. Divê wekî hizbî, teng û li ser hesabê biçûk reqabet pêş nekeve.
'HESASIYETÊN BERÊ YÊN PARTIYAN, KÊM BÛNE'
We jî anî ziman ku ji ber guhertinên li herêmê li 4 perçeyên Kurdistanê guhertinên girîng pêş dikevin. Hizb û rêxistinên Kurd di aliyê guhertinan de di kîjan astê û rewşê de ne. Hesasiyetê berê ku gelek caran dihatin nişandan ên hin partiyên kurd ew di çi astê dene? Di nerîn û hesasiyetan de çi guhertin heye?
Mirov dikare bêje di piraniya hesasiyetan de pirsgirêk çareser bûne. Hemu partî dibêjin êdî ev kongre pêwist e û dema wê ye. Hemû dibêjin ev tiştekî baş e. Li ser binehê esasî gav tên avêtin. Lê li ser komîteya amadekar hin kes an go hin partî dixwazin hin niqaşan derxin. Ev pirsgirêk jî ne pir mezin e û ber bi çareseriyê de diçe. Wekî hereketa yekgirtî, Goran, Yekîtiya Îslam nerazîbûne heye. Dixwestin qanih bibin. Daxwazên wan hebûn. Me bi wan re civînek pêk anî. Mesela min bi Nêçirvan re civînek pêk anî. Ez bawerim ev tiştên tên nîqaşkirin dê bên çareserkirin. Ev hesasiyetên berê kêm bûne û daketine jêr. Ber bi aliyê posîtif ve gav tên avêtin. Lazime her tim berjewendiyên gelê kurd li ber çavan bên girtin.
'YEKITIYA GELÊ KURD BERIYA HER TIŞTÎ BERSIV JI PARÇEKIRINA KURDISTANÊ RE YE'
Yekitiya Netewî, dê çi bi destê Kurdan bixe. Bi taybetî ji bo azadiya gelê Kurd ku wekî li Rojava têkoşînek tê meşandin dê encamek çawa bi dest bixe. Dê rewşa Îranê çawa be. Dîsa li Başûrê Kurdistanê her roj teqîn pêk tên. Yekîtî û hevdîtina Kurd dê li herêmê bibe mînakek çawa? Gelê Kurd dê çawa bigihêje azadiya xwe. Dê bandorek çawa li ser yekîtiya gelê kurdan û herêmê bike?
Yekîtiya gelê kurd û kongre berî her tiştî bersiva dagirkeriyê û perçekirina Kurdistanê ye. Ne tenê wekî cografîk, di aliyê demografîk, jiyanê, mirovahi mejî, ruhî kesayetî û her alî de perçebûnek pêk hatiye. Ev kongre dê di her alî de yekîtiyekê ava bike. Xwestin di her alî de kurdistanê perçe perçe bikin. Ev kongre dê di her alî de bibe bersiv. Ji ber vê yekê pir pîroz û pir muhîm e. Kongreya Neteweyî di heman demê de bersîva komploya Navneteweyî ye. Xwestin kurdan li hemberî kurdan bikar bînin. Ev kongre li hemberî şikandina kurdan û komploya navneteweyî pir girîng .e Ev kongre xewn û xeyala gelê kurd e. Gelê Kurd li herêmê mêze dike. Li cîhanê mêze dike. Berê digotin birakujî. Dixwazin êdi vê lênûska birakujiyê bigirin. Gelê kurd êdî dixwazin îrade, heyecan, coş û hemû hêza xwe bikin yek. Gelê kurd dixwazin hemû di xizmeta hev de bin. Ji ber vê yekê ev kongre pir girîng e. Kongre dê bê guman li ser rastiya perçeyên kurdistanê raweste. Dîsa kongde dê ji vîna perçeyên Kurdistanê re rêzê nîşan bide. Dê her tişt ji jor ve neyê diyar kirin. Dê bi hevre tev bigerin û bi hevre biryar bê dayîn. Stratejiyek, polîtikayek neteweyî dê bi hevre bê diyar kirin. Dê stratejî û polîtîka hebin. Dibe ku hin dewletên herêmê nerazîbûnên xwe diyar bikin. Dibe ku nerazibûnên xwe veşarî diyar bikin. Ev jî tê fam kirin. Dewletên dagirker û bi taybet dewletên ku gelê kurd bindest kirine dê nerazîbûnê xwe bi aşkere ango veşarî bidin nîşan. Ev dewletên ku li ser gelê kurd zext meşandine naxwazin gelê kurd bibin yek. Ji ber vê bi xwe li hemberî yekîtiya gelê kurd pirsgirêk in. Mesele ne a xwestek û nexwesteka van dewletan e. Mesele vîna gelê kurd û yekîtiya gelê kurd e. Vîna gelê kurd dê bibe bersîva her tiştî. Dê bibe bersîva dostaniyê û dostaniyê bêtir xurt bike. Kes ne ku bi çavên xerab li gelê kurd binêrin dê bibe bersîva wan jî. Ger ku kongreya gelê kurd bibe nasname û vina gelê kurd wê demê dê hêza gelê kurd derkeve holê. Ne pêwist e xwe li gorî kesên din û hêzên din tazmîn bike. Kongre dê li hemberî dewletên heyî dê hestiyariyekê jî bi wan re çêke. Dê guhertinek demokratîk din ava dewleten navneteweyî de çêbike. Kongreya Neteweyî ji bo gelê kurd cuda ye. Hêzek mezin dide gelê kurd û herêmê. Gelê kurd çiqas azad û yek be ew qas bêtir bi hêz û xurt .e Têkilî û dan û stendina gelê kurd a bi gelê herêmê yên ereb, fars asurî û gelên din re çiqas xurt be wê demê dê biratî bêtir pêş bikeve. Em li Rojhilata navîn dijîn û li ser axa Kurdistanê dijîn Rastiya Kurdistanê tê zanîn. Em bizanibin ku li Rojhilata Navîn gelê herêmê çiqas azad bin, çiqas bêjin azadî û demokrasiya xwe, çiqas serbixwe bin dê gelê kurd jî di bin ewlehiyek ê de bin, Azadiya gelê kurd jî dê misoger be. Divê em rastiya xwe bidin famkirin. Divê em ji gelan hêz birin û hêzê dibin gelan. Divê em biratî û dan û stendinê bêtir xurt bikin. Li herêmê ol, eşîr, civak û netew hene. Divê vana hemû bizanibin ku di yekîtiya gelê kurd de berjewendiyên wan hene azadÎ heye. Gelê kurd jî zanibe ku li herêmê çiqas gel azad bin ew jî dê rehet bijîn.
'SÎNORÊN NAVA KURDISTANÊ, DI DIL Û MEJIYÊ KURDAN DE JI HOLÊ RABÛNE'
Mirov dikare bêje bi guhertinên nû re konsepta ku kurdistan kiriye çar perçe û polîtîkayên înkar û imhaya li ser gelê kurd gav bi gav ji holê radibe û dihele?
Dixwazin Kurdistanê ji hev perçe bikin dagir bikin. Ev taktîk e. Her çend gelê me li ber xwe da û têkoşîn da û fedekarî kir, encamê wê diyar e. Di aliye rêvebertî û rêbertî de sedemên encamnegirtinê hene. Ji ber siyaseta hat meşandin dagirkeran encamek jê girt. Bandora vê yekê li ser 4 perçeyên kurdistanê kir. Lê dilê gelê kurd, mejiyê gelê kurd û ruhê gelê kurd êdî nikarin perçe bikin. Her çend li ser gelê kurd zext û zor hebe jî her çend li ser sînoran li ser navê qaçaxvanyê gelê kurd bên kuştin jî êdî nikarin gelê kurd çavtirsandî bikin. Gelê kurd hemû zahmetî dan ber çavan û her tim di nava perçeyan de dan û stendinek hebû. Her tim di navbera rojava, rojhilat û bakur û başûr de ruhê neteweyî û têkilî hebû. Her tim yekîtiya Kurdistanê di bin zextên mezin de hat parastin. Hêzên dagirker ji perçekirina Kurdistanê encam negirt. Bi taybet piştî paradîgmaya Serok Apo ya 40 sal berê ji bo yekîtiya gelê kurd dest pê kir, bi serketin û pêşketina têkoşîna gelê kurd re ruhê heyîtiye pêş ket. Li gorî min vê stratejiya perçekirinê winda kiriye. Gelê kurd ev hidûdên ku li ser axa kurdistanê ku niha wekî şeklî hene ji holê rakiriye. Di mejî û dil de ji holê rakiriye. Gelê kurd di ruh û mejî de bûye yek . Li kijan herêmê îro pirsgirêkek hebe perçeyê din dijî. Geşedanek hebe perçeyê din wê heyecanê dijî. Êşek û nerasibûnek hebe perçeyê din djiî. Êdî ew hedûdê şeklî ji hole rabûne. Hêzên dagirker ji ber ku dagirkerî ji ber ku ev hêz ji destê wan derdikeve hêrs dibin. Dibe ku gelê kurd di aliyê rêxistini de baş xwe bi rêxistin nekiribe. Lê di aliyê giştî de gelê kurd bûye yek û xwe bi rêxistin kiriye. Bi taybet kongreya Neteweyî bêtir dibe bersîva dagirkeran. Nerazibana dagirkeran ji ber vê yekê ye.
'HER TIŞT BI REWŞA SEROKATÎ BI PÊŞ DIKEVE YAN JÎ DIXETIME'
Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê dewam dike. Meşa Çareseriya gerîlayên Kurd jî dewam dike. Hevdîtinên li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî berdewam dikin. Niha rewşa dawî çawa ye. Heyetên dewletê diçin û tên. Lê em dibînin kuHikûmeta AKP’ê gavan navêje, Tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di rojevê deye. Rewşa dawî çawa ye . Divê hikûmet gavên çawa bavêje?
Dem dem Tenduristiya Rêber Apo tê rojevê. Li ser vê yekê Rêber Apo li ser pirsgirekên şexsî bi kesî re parve nake û nîne rojevê. Tenazul jî nake. Çend carin hin heyet çûn hevdîtin pêk anîn û hin caran Rêber Apo bi rêya heyetan hin pirsgirêkên xwe anîn rojevê. Lê ji bo me tenduristiya Rêber Apo gelek girîng e. Tenduristiya wî ji bo me her tişt e. Hem gelê me jî bi vî şeklî nêzik dibe û wate dide em wekî tevger bi xwe jî bi vî şeklî nêzik dibin. Bi taybet di vê pêvajoyê de divê ji aliyê AKP’ê û dewletê de jî ev rastî bê dîtin. Berî her tiştî divê meseleya tenduristiya Rêber Apo bê çareserkirin. Divê dewlet maqûl, bi aqilane û berpirsiyar nêzîkî tenduristiya serokatiya me bibe. Serokatiyê tiştekî zêde nexwestiye. Gotiye bila heyetek ser bixwe bê min muayine bikin. Ev tiştekî pir normal e. Dibêje em dixwazin meseleya pir dîrokî û sedsalan çareser bikin. Ev xwestek pir normal û mirovahî ye. Mirov dikare di rojekê de bibe bersiva vê daxwazê. Lê li diji vê daxwazê berxwedan hin îmaj ava dike. Li vir rola serokatiye rind nayê dîtin. Ev ne tiştekî baş e. Ya duyemîn divê li ser tenduristiya Serokatî gelê me her tim hişyar û li ser piyan be. Her tişt bi vê yekê ve girêdayî ye. He tişt li vir pêş dikeve û dixetime. Li ser rastiya serokatiyê ye. Ger ku gelê kurd azad bibe dê bi Sarokatiya xwe azad bibe. Ger ku pêvajo pêş bikeve dê bi rola Serokatiyê pêş bikev. Ger ku bixebite dîsa dê bi nêzikatiyê serok bixetime. Gelê me vê rastiyê dizane û divê li gorî vê girîngiyê nêzik bibe. Divê gelê me di dema xwe de bertekên demokrat^ki nîşan bide û li ser dewletê zextan bike. Serokati dixwaze merselek mezin û dîroki çareserk bike. Di nava van şert û mercan de Serok nikare vê pirsgirêkê çareser b.ike. Ji ber ve yekê tenduristiya Serok muhîm e. Pêvajo jî li gorî em dixwazin nayê meşandin. Ger ku tê meşandin jî ji ailyê kurtan ve tê meşandin. Herekata me gaven stratejik avêtiye. Ji xwe tiştê ku tevgera me bike jî ev e. Em ne dewlet in. Gavên em bavêjen ev e. Di merhaleya yekem de tevgera me gav avêt. Piştî wê jî lazim e dewlet gavan bavêje. Em dixwazin fêm bikin û binirxînin. Me agirbest îlan kir. Lê heta niha encam negirt. Em dixwazin ev gava dawî be. Ev fersendek e. Ger ku dewlet dixwaze gavên demokratîk bavêje devê vê firsendê bibîne. Divê kijan gavan bavêje çawa bavêje diyar bike. Niha kijan gava bavêje kes nizane., Niha hevdrîtin tên kirin. Niha serokatiya me rola xwe ya drokî dilîze. Hêj Serokakatiya me dem dide dewletê û dixwaze dewlet gavan bavêje. Heta 1’ê Îlonê dem dide dewletê. Lê heta dawî ev yek wisa nameşe. Dem her tim ne comert e. Her tişt tê guhrertin. Ji niha û şûnde qederea pêvajoê li ser 2 tiştan pêş dikeve. Yek divê gelê me bêtir çalakiyên xwe xurt bike. Ya duyemîn divê dewlet gavên şênber bavêje. Herêm dikele û gavên dîrokî tên gavêtin. Divê gelê me bêtir xwe bi rêxistin bikin.
'EGER HIKÛMET GAV NEAVÊJE WÊ BIXETIME'
Di destpêkê de komisyonên aqilmend hatin avakirin. Hikûmet wekî ku gav avêje tevgeriyan. Lê piştî demekê wekî ku hikûmet sekinî û xebatên komîsyonên aqilmend sekinî. Hikûmet wekî xetimî giran dimeşe gelo çima?
Hesabek heyet ê dîtin. Lê em nizanin ev pêvajo çima giran dimeje. Raste gerek komîsyon biçûya bi Serok Apo re hevditin bikira. Benda ji sedî 10 ya hilbijartinê ji aliyê hikûmetê ve nehat qebûlkirin. Disa mijara perwerdehiya zimanê zikmakî gotin ne di rojeva me de ye. Ger ku zimanê dayikê û benda hilbijartinê ya ji sedî 10 ne di rojeva hikûmetê de be, wê demê tiştê di rojeva wan de çiye? Dibêjin dikarin bi zimanê dayikê siyasetê bikin. Lê dema em li geşedanên herêmê dinêrin argumanên AKP’ê 15/20 sal paşve maye. Dibêjin me gavên pir dîrokî avêtiye. Başe lê her tişt ne wekî 10-15 sal berê ye. Divê gav li gorî dîroka niha bên avêtin. Divê binêrî her tiştî nerînê Rêber Apo bihatina girtin. Gelê me mafdar e bi guman nêzîk dibe. Her çiqas hikûmet giran tevbigere fikarên gelê kurd jî dê zêde bibe. Divê hikûmet di vê demê de gavan bavêje. Ger ku gavan naveje dê hikûmet bixetime.
Gotinên we yên dawî çi ne.
Em di demek dîrokî re der bas dibe. Gavên dîrokî tên avêtin. Gelê me di vê pêvajoye de serbilind e. Xwedî Serok e. Xwedî rêxistin e. Xwedî vîn û xwedî dîrokek berxwedanê ye. Divê rojane bibe bersiv. Divê Gelê me li her derê bi her awayî li derfetên xwe xwedî derkeve. Pir bedel hatin dayîn. Divê xwe sist neke. Nekeve rehavetê. Divê bi xwe bawer bibe. Divê wekî gelê cîhanê li vîna xwe xwedî derkeve.