Nûnerên konfederasyonê, KCD-Ewropa vegotin
Nûnerên konfederasyonê, KCD-Ewropa vegotin
Nûnerên konfederasyonê, KCD-Ewropa vegotin
Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) di kongreya 6'ê Tîrmehê de navê xwe kir Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-Ewropa). Bi vê guhertinê re KCD-Ewropa tevna rêxistinbûyîna xwe berfireh kir û tenê ji komele û federasyonan re, wê ji jin, ciwan, çand-huner û saziyên din ên civakî re pêşengiyê bike. Nûnerên federasyonên komeleyên Kurd ên li Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Swîsreyê yên beşdarî kongreyê bûn dan xuyakirin ku ew biryara guhertinê rast dibînin û gotin, "Di pêvajoya nû de, divê saziyên Kurd ên li Ewropayê karibin bersivê bidin daxwaz û pêdiviyan."
Bi pêvajoya Aştî û Rizgariya Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin re, di rêxistinbûyîn û têkoşîna Kurdan de guhertinên ciddî tên jiyîn. Saz û dezgehên Kurd ên li Ewropayê, rê û rêbaza karên xwe yê 30 salan guhert û biryar dan sîstemeke nû ava bikin. Ev biryar di 6'ê Tîrmehê de li bajarê Belçîka Verviersê di 19. Kongreya Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropayê (KON-KURD) de hat wergirtin ku bi sedan nûnerên federasyon, komele, jin, ciwan û rêveberêns aziyên çandê amade bûn. Di kongreyê de navê KON-KURD'ê weke KCD-Ewropa hat guhertin û niha bi 12 federasyon, 175 komele û bi dehhezaran endamên xwe re rêxistinbûyînia herî mezin a Kurdan li Ewropayê ye.
Ji beşdarên kongreyê, Hevserokê YEK-KOM'ê li Elmanyayê Yuksel Koç, Serokê FEYKA-Kurdistan li Fransayê Mehmet Ulker, ji Îngilîstanê nûnera FED-BÎR'ê Çîgdem Karaalîoglû, ji Swîsreyê ji rêveberên FEKA-Kurdistan Metîn Mîntaş, nûnera Meclîsa Jinan a Roj a Îngilîstanê Ayşegul Erdogan û Hevseroka Meclîsa Taxa Lohne ya er bi herêma Oldenbûrg a Elmanyayê Kînem Alturk, pêvajoya guhertinê û pêwistiyên wê ji ANF'ê re vegotin.
KOÇ: KOMELEYÊN ME JI DAXWAZAN RE NIKARIN BIBIN BERSIV
Elmanya welatê Ewropayê yê ku Kurd herî zêde lê dijî. Li gorî daneyên 2001'ê yên Wezareta Karên Hundur a Elmanyayê li vî welatî 800 Kurd dijîn. li gorî saziyên Kurd ev hejmar li dora milyonekê ye. Kurdên ku beriya niha bi pêncî salan bi awayekî karkerê mêvandar hatibûn Elmanyayê, niha dema nifşê xwe yê sêyemîn dijî. Kurd, di serî de siyaset-çand di gelek qadên jiyanê de aktîf in. Bi taybetî di qada kar de, bi hêza di destê xwe de feydeyeke mezin li aboriya welêt dikin. Dîsa, di nava 15 milyon koçberên li gelemperiya welêt, Kurd gelê herî bi rêxistin û organîzeyî ne. Vê yekê jî Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) temsîl dike. Sazî, li gelemperiya welêt bi 70 komele, 8 hezar aktîf bi giştî 50 hezar endamên xwe re, rêxistinbûyîna herî mezin a Kurdan e.
Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç ku navenda saziyê li Dusseldorfê ye, dibêje biryara guhertin û ji nû ve rêxistinbûyîna saziyên Kurd li Ewropayê di cih de ye û rast e. Koç diyar kir ku ev guhertin ji bo civata Kurd a li Ewropayê neçariyeke û got, "Ev guhertin, biryareke ji nişka ve nîne. Ji mêj ve me bi pispor, siyasetmedar û rêveberiyên komeleyên xwe re li ser vê mijarê gotûbêj dimeşandin. Encama me bi dest xist jî; guhert û ji nû ve rêxistinbûyîn divê bê kirin."
Koç bal kişand ser dîroka Kurdan a li Elmanyayê û got, "Kurd bi 3 qonaxan hatine vî welatî. Pêla Yekemîn; Peymana koçberiya karkeran a navbera Tirkiye û Elmanyayê ye. Pêla Duyemîn; Encama darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bû. Pêla Sêyemîn jî; Encamên şerê qirêj ên salên 1990 dewleta Tirk li Kurdistanê meşand û şewitandina gundan e. Destpêkê ji bo pêdiviyên xwe tedarik bikin û li hev kom bibin komele ava kirin. Û bi çavekî mayînde li vir nenêrî. Komele û saziyên xwe jî li ser vê ferasetê ava kirin. Xizmetên wan jî di vê çarçoveyê debû. Lê belê di rewşa heyî de, mirovên me êdî li vê derê mayînde ne. Vê yekê bi xwe re bendewarî û pêdiviyên nû jî anî. Mirovên ku duh hêviya wan ji komeleyên me tinebûn, îro pêwistî pê dibînin. Gelek bendewarî û pêdiviyên civakî, çandî, siyasî hene. Lê belê ji ber ku komeleyên me li ser nêrîna vegera welat ava bû û her tim bi wê nêrînê meşiyan, nekarî bersivê bide berdewarî û pirsgirêkan."
Hevserokê YEK-KOM'ê Koç da xuya kirin ku tevî li hin bajaran ji yekê zêdetir komeleyên wan hene jî bersiv ji pêdiviyan re nehatiye dayîn û got, "Li gelek bajaran çend komeleyên me hene. Ji bo pêdiviyên cûda kar dikin. Dîsa ji bilî komeleyan gelek însiyatîf, meclîs, bi awayekî rewa dixebitin. Lê encamên qels bi dest dixin. Ev yek dibe sedema xerabûna moral û motîvasyonê. Pêwistî heye ku ev hemû di bingeha huqûqî de bên rûniştandin û xebateke koordîneyî ya navbera wan bê afirandin."
'DIVÊ PROJEYA GUHERTINÊ BIKEVE MERIYETÊ'
Koç diyar kir ku di bingeha gelek xebatên wan de kifşkirina zextên hovane yên dewleta Tirk li Kurdistanê ye, lê di vê mijarê de serketinek bi dest nexistine û der heqê sedema vê de jî weha peyivî: "Tevî ku em li Elmanyayê xwedî rêxistinbûyîneke mezin in jî, bandoreke têrker li civakê nikarin bikin. Me nekarî hovîtî û zextên li Kurdistanê nîşanî raya giştî ya Ewropayê bidin. Di xebatên lobî de em bi ser neketin. Sedema vê yekê jî qutbûna saziyên me ji hev e. Wekî din, me zêde eleqe ji rewşa siyasî û civakî ya li welatê em lê dijîn re nîşan nedan. Em bi komên demokratîk û antî-faşîst re tevnagerin. Em bi xwe re sînorkirî dimînin. Ji ber vê yekê jî em di xebatên raya giştî û dîplomasiyê de piştgiriyeke xurt nabînin."
Yuksel Koç ragihand ku ji bo çareseriya pirsgirêkan, guhertinek di nava rêxistin û saziyên Kurd li Ewropayê de ferz e û got, "Weke YEK-KOM em piştgiriyê didin ji nû ve avabûnê û bi dîtina me, pêwistiyeke. Me biryarên KCD-Ewropa, bi pispor, siyasetmedar, şexsiyet û endamên xwe re nîqaş kirin. Em dixwazin saziyeke ku herkes karibe nasnameya xwe bi awayekî wekhev û azad tê de îfade bike, biafirînin. Ji bo ev proje bikeve meriyetê, divê em hemû guhertineke mejî-ferasetê bijîn. Bi vî rengî ji nû ve rêxistinbûyîn rê li ber moral û motîvasyoneke mezin vekiriye."
ULKER: WÊ PIRSGIRÊKÊN JI BER PIRSERÎ JI HOLÊ RAKE
Li dû Elmanyayê, welatê ku herî zêde koça Kurdan lê hatiye kirin Fransa ye. Li vî welatî 250 hezar Kurd dijîn û Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA-Kurdistan) a li vê derê kar dike xwedî 20 komeleyan e. Derveyî van komeleyan, mizgeftên ser bi Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û komeleyên ser bi Yekitiya Elewiyên Demokratîk (FEDA), rêxistinbûyînên civakî yên jin û ciwanan jî kar dikin.
Serokê Federasyonê Mehmet Ulker da xuyakirin ku wan li gelemperiya Fransayê rêjeyek ji sedî 60-70 li dora xwe kom kirine û armanca wan xwegihandina hemûyan e. Ulker got, "Bersiva herî baş a ji pirsa guhertinê re; rêxistinbûyînek herkesî hembêz dike ye."
Ulker diyar kir ku federasyon û konfederasyona Kurdên li Ewropayê di warê bersivdayînê de kêm dimîne û bal kişand ser pirsgirêkên ji ber rêbaza xebata otonom û pirserî: Di rêxistinbûyîna me ya heta niha pirserî hebû. Guhertin, wê vê rewşê ji holê rake. Dîsa di navbera komele, meclîsên jin, ciwan û gel de, dem bi dem pirsgirêk derdiketin. Her beş bi serê xwe otonom dixebitîn. Bi guhertina nav û ji nû ve rêxistinbûyînê re ev pirsgirêk wê ji holê rabin. Bi dîtina min ev erênî ye."
Mehmet Ulker da xuyakirin ku sîstema komele û federasyon bersivê nade bendewariyan û got, "Di roja me ya îro de ev sîstem bersivê nade bendewariyan. Komele bi tena serê xwe têrê nake. Çiqas sazî û dezgeh hebin em dixwazin di nava vê sîstemê de vehewînin. Saziyên, jin, ciwan, bawerî û çandê. Ji bilî vê em dixwazin saziyên din ên Kurdan jî di binê vê sîwanê de li hev kom bikin. Ev pêşketineke girîng e."
MÎNTAŞ: DIVÊ CIWAN ME BIRÊVE BIBIN
Li Swîsreyê bi awayekî fermî 4 ziman tê axivîn. Swîsre ji 26 kantonan pêk tê û yek ji welatê herî aram ê cîhanê tê nîşandan. Li vî welatî, li gorî hejmarên ne fermî nêzî 80 hezar Kurd dijîn. Bi rêxistinbûyîn û saziyên xwe yên li vê derê re, xwedî rêxistinbûyîneke cidî ne. Di bin sîwanê Federasyona Komeleyên Kurd (FEKAR-Kurdistan) de 12 komele û bi hezaran endam hene. Ji rêveberên FEKAR-Kurdistan Metîn Mîntaş da xuyakirin ku di nava Kurdên li Ewropayê de pêwistî bi rêxistinbûyîneke cidî heye û diyar kir ku ya heta roja îro hatiye kirin bersiv nedaye pêdiviyan. Mîntaş sedema vê jî weha rêz dike: "Li Ewropayê zêdeyî 30 salan rêxistinbûyîna me heye. Rêxistinbûyînek hatiye rûniştandin û her tim xwe dûbare dike. Bi kurtasî em veguherîne rêxistinbûyîna 40 salî. Ji ber vê yekê gelek kêmasiyên me rû didin. Jin û ciwan nikarin xwe li komeleyên me îfade bikin. Her diçe dûr dikevin. Ev yek jî wê di salên pêş de rê li ber pirsgirêkên cidî veke. Xeteriyên cidî li benda me ne."
Metîn Mîntaş diyar kir ku ji bo xeteriyên heyî ji holê bê rakrin pêwistî bi guhertina sîstemê heye û got, "Bi sîstema nû re divê em rêxistinbûyînên cûda pêk bînin. Divê êdî em rêxistinbûyîn û pêşengiyê ji ciwanan re bihêlin. Pêwîste em xwe li gorî qanûn û huqûqa welatê em di nav de xwe bi rêxistin bikin û tevahiya beşê civakê di nava xwe de vehewînin. Bêguman, ne li gorî vê sîstemê û ne li gorî jiyana berê ya Kurdan. Divê em bi mejiyekî nû û demokratîk xwe birêxistin bikin."
Mîntaş ragihand ku li gelemperiya Ewropayê nêzî 2 milyon Kurd dijîn, lê ti carî xwe ji vê derê nedîtine û ji ber ku bi mejiyê koçberiyê li vir jiyaye nekarî polîtîkayên baş bimeşîne û got, "Dibe ku ev polîtîka ji bo demeke kurt, hin deskevtiyan bi xwe re bînin. Lê belê ji bo dema dirêj, wê zerarê bidin. Em li vir in, li vir dijîn. Ji ber vê yekê divê em li vir jiyanekê ava bikin. Pêwîste di vî warî de em xwe qanih bikin û l gorî wê sîstema xwe ava bikin. Ji ber vê yekê li vir hêzeke me ya lobî hebe. Divê em li vir bandorê li dewletan bikin. Hingî emê karibin xizmetî doza Kurd bikin."
KARAALÎOGLÛ: GUHERTIN WÊ QADA ME YA KAR BERFIREH BIKE
Berdevka Federasyona Komeleyên Kurd li Îngilîstanê (FED-BÎR) Çîgdem Karaalîoglû jî da xuyakirin ku li Îngilîstanê bi dehhezaran Kurd dijîn û got, "Ev hejmareke gelekî zêde ye. Em li vê derê hewl didin xwedî li nasnameya xwe derkevin. Em çiqasî hebûna xwe ya Kurdbûyînê qebûl bikin, emê karibin ewçend hêsanî li welatê lê dijî kar bikin. Piraniya civata li Îngilîstanê dijî Kurdên Elewî ye. Naxwazin xwe weke Kurd bidin naskirin. Ev yek jî rê li ber gelek zehmetiyan vedike."
Karaalîoglû diyar kir ku bi pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk re li Îngilîstanê jî atmosfereke erênî derketiye holê û got, "Bi pêvajoya aştiyê re pêşketine heye. Ev derdor êdî dikarin xwe re bêjin em Kurd in. Ev ji bo me pêşketineke girîng e. Em di wê baweriyê de ne ku wê qada me ya xebatê berfireh bike. Ev nêzîkatî di nava hikûmeta Îngilîstanê de jî bi heman rengî ye. Niha bi navê PKK'yî em krîmînalîze dikirin. Zexta polîsan hebû. Xebatên me bi awayekî kêfî dihatin astengkirin. Bi pêvajoyê re ev rewş ji holê rabû."
Çîgdem Karaalîoglû guhertin û ji nû ve avabûn weke gaveke erênî dît û got, "Xebatên heta niha hatin kirin, ji ber ku bi komîsyon û rêxistinbûyînê cûda dihatin meşandin ji hev qut û belav bû. Ji nû ve rêxistinbûyîn wê xebatan bike yek û di bin sîwanekê de bicivîne. Ji aliyê din ve jî wê hîn bêtir qanûnî û legal bibe. Ev yek wê qada xebatê mezin bike. Emê karibin li Îngilîstanê hîn bêtir bibin xwedî mafê gotinê."
ERDOGAN: DIVÊ ÇANDA KURD JI NIFŞÊN NÛ RE BÊ RAGIHANDIN
Ji berdevkên Meclîsa Jinê ya Roj a li Îngilîstanê kar dike Ayşegul Erdogan jî da xuyakirin ku jinên Kurd di nava têkoşînê de xwe gihandine asteke bilind û destnîşan kir ku di pêvajoya nû de jî jin wê rola xwe bileyzin. Ayşegul Erdogan anî ziman ku bi rêxistinbûyîna heyî re bersiv ji nifşên nû re nayê dayîn û got, "Meclîsa Jinê ya Roj, karên mezin kir. Mora xwe avêt binê gelek projeyên cidî. Lê li gel vê, xwedî gelek kêmasiyan e. Li Îngilîstanê em Kurd nifşên duyemîn in. Ev rêbaza rêxistinbûyînê bersivê dide bendewariyên me. Lê, bersivê nade nifşên nû."
Erdogan, ji bo jîndarkirina çanda gelan bal kişand ser girîngiya rola jinan û got, "Em Kurd, ne weke gelên din in. Em nikarin çanda xwe bibin welatên em koç dikin. Li cihê em lê dijîn, ne em dişibin wan ne jî bi çanda xwe dijîn. Di vî warî de gelek pirsgirêkên me hene. Nifşê nû van kêmasiyan dijî. Di nava du çandan de diçe û tê. Em ji xwe re ne dikarin bêjin "Kurdekî-e baş" ne jî "Îngilîz". Mînak; gelên din ên li Îngilîstanê dijîn, çanda xwe dijîn. Lê em nikarin vê bikin."
Ayşegul Erdogan ji bo çanda Kurd were jiyîn û ji nifşên nû re bê ragihandin, bang li jinan kir ku di pêvajoya guhertin û ji nû ve rêxistinbûyînê de hîn bêtir xwe birêxistin bikin û çalak tevlî kar bibin.
ALTURK: JIN PIŞTGIRIYÊ DIDIN GUHERTINÊ
Hevseroka Meclîsa Taxa Lonhe ya bajarê Elmanya Oldenbûrgê Kînem Alturk bal kişand ser rola jinan a di nava tevgera azadiyê ya Kurd de û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd ji destpêkê ve girîngî daye jin û ciwanan. Di cewhera xwe de tevgereke jinê ye. Baş dizane ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Ji ber vê yekê, di her qada civakî de cih dide jinan."
Kînem Alturk di pêvajoya nû de bal kişand ser rola jin û ciwanan û got, "Konfederalîzma Demokratîk rola pêşengiyê daye jin û ciwanan. Meclîsên jinan ava bûne, vîna jinê ya azad derketiye pêş. Ev ne tenê di teoriyê de, di pratîkê de jî ev ketiye meriyetê."
Kînem Alturk da xuyakirin ku ew pêvajoya guherînê girîng dibîne û got, "Saziyên me yên li Ewropayê di gelek mijaran de li dû civakê mabûn. Di warê rêveberî, sîstem û kar re jî weha bû. Ji bo çareserkirina van biryara guhertinê diviyabû. Ji ber vê yekê, ev biryara guhertinê di cih û dema xwe de hat girtin. Em jin, piştgiriyê didin vê. Ji bo serketina vê, li malê, kolanan, komeleyan li her qada jiyanê, çi ji destê me bê emê bikin."