Nîjadperestan li Elezîzê êrîşî xwepêşandana Kobanê kirin
Nîjadperestan li Elezîzê êrîşî xwepêşandana Kobanê kirin
Nîjadperestan li Elezîzê êrîşî xwepêşandana Kobanê kirin
Xwendekarên welatparêz ên xwestin li Zanîngeha Firatê êrîşên li hember Kobanê şermezar bikin, rastî êrîşa bi daran a komeke nîjadperest hatin.
Xwendekarên endamên Komeleya Çand û Huner a Zanîngeha Firat, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê xwestin li zanîngehê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Komeke nîjdaperest bi dar û kevîran êrîşî xwendekaran kirin. Di êrîşa ku veguherî pevçûnê de 2 xwendekarên welatparêz ji serê xwe birîndar bûn. Xwendekarên birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harpût, hat ragihandin ku 3 xwendekar jî hatine binçavkirin.