'Ne mimkun e em bi Serokwezîr re li ser sifreyekê rûnin'

'Ne mimkun e em bi Serokwezîr re li ser sifreyekê rûnin'

Malbatên Roboskî derbarê îdiaya ku wê di xwarina fitarê de bi Serokwezîr re bên gel hevdu gotin ku derew e. Welî Encû yê di qetlîamê de birayê xwe û 10 xizmên xwe wenda kir got, "Ne mimkun e em bi Serokwezîr re li ser heman sifreyê rûnin."

Hat îdiakirin ku Serokwezîr Erdogan ê ji bo vekirina Balafirgeha Şerafettin Elçî wê bê Şirnexê di fitara li bajêr bide de wê bi malbatên Roboskiyê re jî bê gel hevdu. Malbatên Roboskî, têkildarî nûçeya rojnameya Sabah a "Malbatên ku li Qilabanê di operasyona eskerî de 34 xizm û zarokên xwe wenda kirin wê îro bi Serokwezîr Receb Tayyîp Erdogan re li Şirnexê di xwarina fitarê de bên gel hevdu” gotin ku derew e.

Welî Encû yê di qetlîamê de birayê xwe Ferhat Encû û nêzî 10 xizmên wenda kir da xuyakirin ku nûçe derew e û got, “Ne mimkun e em bi Serokwezîr re li ser heman sifreyê rûnin.” Encû yê pirsa,  "Ma çiyê me heye ku em bi Serokwezîr re rûnin?” kir, got ku ne mimkun e bi Serokwezîrê ku daxwazên wan ji nedîtî ve tê û paşguh dike re rûnin.